Olaf Scholz: Em dê şandina koçberan zêde bikin

Duh li 10:07
Zinar Şîno
Şêwirwendê Almanyayê Olaf Scholz / Wêne: Parlamentoya Almanyayê
Şêwirwendê Almanyayê Olaf Scholz / Wêne: Parlamentoya Almanyayê
Nîşan Olaf Scholz Almanya Koçber Vegerandin Dersînorkirin
A+ A-

Almanya (Rûdaw) - Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz derbarê dersînorkirina koçberan got, " Em dê careke din dest bi dersînorkirina kesên tawanbar bikin û wan bişînin Efxanistan û Sûriyeyê.”

Piştî êrişên li Almanyayê, koçber li wî welatê bûne mijara sereke ya siyaset û raya giştî.

Her wiha ji ber wan êrişên li Almanyayê dersînorkirina koçberên tawanbar jî dest pê kiriye.

Li Parlamentoya Almanyayê jî li ser koçberan nîqaşên tund tên kirin.

Mixalefet û desthilata Almanyayê hev bi mijara koçberan tawanbar dikin.

Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz jî ku bi gotarên xwe yên bi kelecan kêm tê dîtin, êrişî mixalefetê dike ku xwe ji berpirsyariyê dide paş.

"Em dê careke din dest bi dersînorkirina kesên tawanbar bikin"

Şêwirwendê Almanyayê Olaf Scholz li ser dersînorkirina koçberan wiha axivî:

"Min bi xwe got, li vir, li Parlamentoya Almanyayê, em dê careke din dest bi dersînorkirina kesên tawanbar bikin û wan bişînin Efxanistan û Sûriyeyê û me wisa jî kir.

Bê rehm ji me hat pirsîn, çawa dibe û tê bicihkrina an na? Me wiha kir ku pêwîst e kesek bike, dema bi awayekî berpirsyar dide û distîne.

Wate bi baldarî kar dike û bi rastî jî me balafireke dersînorkirinê şand Efxanistanê.

Ez ji we re dibêjin, yên din jî dê hebin û em dê berdewam bin."

Nakokiya mixalefetê li gel hikûmetê, vegerandina koçberan e li ser sînorên bejayî yên Almanyayê.

"Derfeta we hebû ku hûn bi me re koça neyasayî rawestînin"

Alîkarê Serokê Koma Yekîtiya Sosyal a Xirîstiyan (CSU) Alexander Dobrindt jî got:

"Birêz Şêwirmend, di bîlançoya xwe ya kêmbûyî de, we di kûrahiyê de xaleke din tomar kir.

Doh derfeta we hebû ku hûn bi me re koça neyasayî rawestînin.

We baweriyek li cem raya giştî çê kir ku bi we re derfeta wê yekê heye, hûn vegerandina berfireh li ser sînoran pêk bînin.

Lê ew tiştê ku we pêşinyar kir, ew e ku polîsên federal niha li ser sînorên Awisturya, Polonya, Çekyayê pêk tînin."

Partiya Azad a Demokrat (FDP) a hevpeymana hikûmeta Olaf Scholz, raste rast ji serokê fraksiyona mixalefetê re got:

"Di pirsa siyaseta koçberiyê de em ji we nêzîktir in û ne rast bû ku hûn ji kombûnê derketin."

"Ev pirs pir ji hevpeymana hikûmetê mezintir e"

Sekreterê Giştî yê Partiya Azad a Demokrat Bijan Djir-Sarai wiha anî ziman:

"Birêz (Friedrich) Merz, ez bi awayekî eşkere dibêjim, ev pirs pir ji hevpeymana hikûmetê mezintir e û qet hevpeymaneke hikûmetê di siyaseta koçberiyê de tune ye.

Em wekî lîberal, pir ji we nêzîktir in, ji hevkarên birêz ên di nav hevpeymana hikûmetê de.

Ji ber wê yekê Birêz Merz, divê em bi hev re bifikirin. Rawestandina danûstandinan şaşitiyek bû lê ez naxwazim behsa vê yekê bikim.

Serokê partiya me Christian Lindner pêşiniyarek ji we re pêşkêş kir û ez dibînim ku divê em wê pêşiniyarê qebûl bikin.

Em wekî Lîberal, amade ne van tiştan bi we re bicih bikin. Axaftina min li cem we heye wekî Sekreterê Giştî yê Lîberal."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst