Li Deryaya Manşê belemek bin av bû: 8 koçber xeniqîn

Duh li 11:50
RÛDAW
Nîşan Koçber Deryaya Manşê Fransa Brîtanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Manşê ya di navbera Fransa û Brîtanyayê de belemeke koçberan bin av bû, 8 koçber xeniqîn.

Polîsê Fransayê ji AFPyê re ragihand, belema koçberan piştî demeke kurt ji dûrketina ji peravên bakurê Fransayê bin av bûye.

Hêzên Parastina Peravê ya Fransayê diyar kir ku di van rojên dawî de, koçberan çend caran hewl daye bi keştiyên biçûk biçin Brîtanyayê.

Hêzên ewlehiyê yên Fransayê tenê rojên În û Şemiyê li Deryaya Manşê 200 koçber rizgar kirin.

2 hefteyan berî niha jî 12 koçber li Deryaya Manşê xeniqîn.

Li gorî rayedarên Fransî, bi mirina 8 koçberan ji serê salê vir ve hejmara koçberên ku xeniqîne gihîştiye 45an ku sala 2023yan bi tevahiya salê 12 kes miribûn.

Hikûmetên Fransa û Brîtanyayê bi salan e hewl didin ku pêla koçberan rawestînin.

Koçber ji bo ku wan bi beleman bigihînin Brîtanyayê bi hezaran dolarên Amerîkî didin qaçaxçiyan.

Li gorî rayedarên Brîtanyayê, ji destpêka salê ve zêdetirî 22 hezar koçberan gihîştine Brîtanyayê.

Nûnerê Penaberên Vegeriyayî Pêşrew Ebdullah ji Rûdawê re ragihand, ne diyar e ku kesên xeniqîne Kurd in an na.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst