Helebçe û Guernîca dê bibin destexwişk

15-09-2023
RÛDAW
Nîşan Helebçe Guernîca Destexwişk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Spanyayê ragihand ku bajarê Helebçeyê yê Herêma Kurdistanê û Guernîca ya Herêma Baskê dê bibin bajarên destxwişk.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Spanyayê herwiha diyar kir ku Dihok jî dê di paşerojê de bi bajarekî Spanyayê re bibe destxwişk.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Spanyayê Darewan Hacî Hemîd li bajarê Guernîcayê bi Şaredarê Guernîcayê Jose Maria re civiya.

Darewan Hacî Hemîd li ser naveroka civînê ji Rûdawê re ragihand ku wan destexwişkiya Helebçe û Guernîcayê gotûbêj kiriye.

Darewan Hacî Hemîd diyar kir ku dê di demeke kurt de amadekarî ji bo destexwişkiya her du bajaran bê kirin û Parêzgarê Helebçeyê jî ji bo Guernîcayê bê vexwendin.

16ê Adara 1988an balafirên şer ên artêşa Îraqê, Helebçe bi çekên kîmyayî bombebaran kir û zêdetirî 5 hezar kes şehîd ketin û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Guernîca sala 1937an di dema Şerê Navxwe yê Spanyayê de ji aliyê Almanyayê ve hat bombebarankirin lê li gorî Darewan Hacî Hemîd got, “Niha bajar gelekî pêş ketiye.”

Şaredarê Guernîcayê Jose Maria pêşniyar kir ku di 26ê Nîsana 2024an de ku salvegera bombebarana bajarê Guernîcayê ye, girêbesta destexwişkiyê were îmzekirin.

Darewan Hacî Hemîd li ser sûdên destexwişkiya her du bajaran destnîşan kir ku zanîngeh, kompanya, sektora werzişê, çand û hunera her du bajaran dê danûstandinê bikin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Spanyayê ragihand ku di paşerojê de Bilbao yan jî bajarekî din ê Spanyayê dê bibe destexwişkê parêzgeha Dihokê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst