Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê ji bo beşdariya gotûbêjên 78emîn ên Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî dê biçe Amerîkayê.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê çûyîna Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a Amerîkayê ragihand.
Hat diyarkirin ku ew dê ji bo beşdariya gotûbêjên 78emîn ên Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biçe Amerîkayê.
Gotûbêjên 78emîn yên Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî dê di 16-20ê Îlonê de li eyaleta New Yorkê ya Amerîkayê bêne kirin.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê destnîşan kir ku Erdogan dê 19ê Îlonê piştî gotûbêjên 78emîn ên Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî gotarekê pêşkêş bike.
Erdogan herwiha dê li New Yorkê bi çend serok û berpirsên welatan re jî bicive.
Serokkomarê Tirkiyeyê di serdana xwe de dê bi nûnerên civaka Amerîkayê, karsaz, nûnerên saziyên ramanê û aliyên cuda re jî bicive.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse