Koçber êdî berê xwe didin giraveke Îtalyayê: 29 belem gihîştin

Hewlêr (Rûdaw) – Di nava 2 rojan de hejmareke zêde ya koçberan gihîştiye Girava Lampedusiayê ya Îtalyayê ye.

29 belemên koçberan ku hezar û 290 koçber hilgirtibûn gihîştine wê giravê.

Ev hejmara zêde ya koçberan navçeyê rûbirûyî krîzê dike.

Berpirsê Ofîsa Koçberan ê Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî Franciska Basli got:

“Rewş aloz e û em hewl didin pêdiviyên sereke ji bo wan koçberan dabîn bikin.

Armanca me ya sereke malbat û zarokên wan in û piştre ciwanên bin 18 salî re ne.”

Ji 11 heta 13ê vê hemê nêzîkî 7 hezar koçber gihîştine Girava Lampedusiayê ya Îtalyayê.

Hejmara niştecihên giravê berê pêla koçberan nêzîkî 7 hezar kesan bû.

Rewşa koçberan li vê derê jî roj bi roj xirabtir dibe.

“Xwarin û vexwarin nîne”

Koçberê ji Tunusê anî ziman:

“Ti tişt ji bo xwarin û vexwarinê nîne. Cihekî me yê ji bo razanê jî nîne.”

Piraniya koçberên ku gihîştine giravê ji parzemîna Efrîkayê ne.

Ji ber zêdebûna koçberan Hikûmeta Îtalyayê dest bi siyaseta li dijî koçberan kiriye û rêxistin vê helwestê rexne dikin.

Li gor Wezîrê Karên Navxwe yê Îtalyayê ji destpêka îsal heta 13ê Îlonê nêzîkî 124 hezar koçber gihîştine wî welatî ku ev jî derdora 2 qatan ji hejmara sala borî zêdetir e.