ALMANYA - 200 malbatên Kurdên Êzidî li benda mafê penaberiyê ne

15-09-2023
Ala Şalî
Ala Şalî
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Almanya Kurdên Êzidî Mafê Penaberiyê
A+ A-

Almanya (Rûdaw) - Piştî êrişa DAIŞê ya li Şingalê di Tebaxa 2014an de, hejmareke mezin a Kurdên Êzidî koçber bû.

Hinek ji wan koçberî welatên Ewropayê bûn û piraniya wan çûn Almanyayê.

Encûmena Kurdên Êzidî ragihand ku heta niha jî 200 malbat çaverêyî mafê penaberiyê ne.

Haşim Eldaxî yê 28 salî Kurdekî Êzidî ye û ji Xanesora navçeya Şingalê ye.

Ciwanê Kurd ê Êzidî Haşim Eldaxî ji sala 2017an ve li Almanyayê dijî û heta niha mafê penaberiyê wernegirtiye.

“Em ditirsin bên dersînorkirin”

Haşimê ku metirsiya dersînorkirinê li serê heye wiha axivî:

“Em hemû ditirsin. 7-8 sal in em bê îqame li vê derê ne.

Eger kesek ji bo dibistan û tiştên din li vê derê be û ji nû ve vegere Îraq û Şingalê û tiştekî wî li wê derê nebe jî zehmet e. Wekî tiştekî wenda ye.

Gelekî zehmet e. Tiştek ne diyar e. Eger îqameya kesekî li vê derê nebe gelekî zehmet e.

Li vê derê be jî zehmet e û vegere Şingalê jî zehmet e. Hemû dizanin tiştek li wê derê nîne.

Milet venegeriyaye malên xwe. Ji sedî 90ê xaniyên wê derê wêran bûne.

Li wê derê xizmetguzarî nîne.”

Rewşa Şingalê heta niha ne aram e û malbat hîn jî li kampên Herêma Kurdistanê dimînin.

Li gorî amarên Encûmena Kurdên Êzidî, heta niha ji bo 70 Kurdên Êzidî biryara dersînorkirinê hatiye dayîn.

Herwiha Almanyayê, 15 kesên din dersînor kirine û ew şandine wan welatan ku şopa tiliya wan li wê derê hatiye girtin.

Li aliyê din, penaberekî Kurdê Êzidî jî vegerandiye Herêma Kurdistanê.

Heya niha jî 200 malbatî li Almanyayê mafê rûniştinê wernegirtiye.

Mala Êzdiyan a Berlînê li ber Parlamentoya Almanyayê dengê xwe bilind kir û xwe amade dike ku raporekê pêşkêşî Parlamnetoya Almanyayê bike.

“Ji 2017an ve serlêdanên penaberiyê yên Kurdên Êzidî tên redkirin”

Endamê Mala Êzidiyan Enwer Celal Kerîm got:

“Ji 2017an ve serlêdanên penaberiyê yên Kurdên Êzidî tên redkirin.

Ji ber vê yekê Mala Êzidiyan û Yekîtiya Civaka Êzidî ya Almanyayê li Berlînê xwepêşandan kir.

Kesên ku serlêdanên wan hatine redkirin kesên nû ne û ji wan hatiye xwestin ku belgeyên xwe bînin da ku serlêdanên xwe pêşkêşî hikûmetê bikin.”

Berpirsê mafên Mirovan ê Partiya Demokrat a Azad (FDP) û endamê Parlamentoya Almanayê Peter Heidt hevkarê sereke yê Kurdên Êzidî ye.

Peter Heidt neyîniyên ku Kurdên Êzidî rû bi rû dibin bi awayekî aktîf tîne rojeva Parlamentoya Almanyayê.

“Şandeyeke Parlementoya Almanyayê dê biçe Şingalê”

Peter Heidt da zanîn ku ew dê di demên pêş de biçe Şingalê û wiha berdewam kir:

“Bi gelemperî peyman ew e ku ev kes neyê dersînorkirin.

Eger ev biryar rast be ez ê ji wan bixwazim ku raporekê pêşkêşî Komîsyona Mafên Mirovan a li parlamentoyê bikin.

Li aliyê din, ez bi xwe jî di dawiya meha çiriya pêşîn de bi şandeyeke parlementoyê re herim bakurê Îraqê û bibînim ka em çawa dikarin piştgiriya pêkanîna rêkeftina Şingalê bikin.

Hûn dizanin ku me di nasandina komkujiya Êzidiyan de para xwe zêdetir kiriye.

Niha divê em xalên vê qanûnê pêk bînin.

Ji ber vê yekê, em bixwe diçin Şengalê û dixwazin zanibin ka em dê çi bikin û li kû derê dikarin piştgiriyê bidin û alîkariyê bikin.”

Li gorî daxuyaniya Wezareta Koç û Penaberan a Almanyayê, sala 2022yan 252 hezar û 422 kesan ji bo penabriyê serî li Almanyayê daye.

Wezaretê da zanîn ku ji sedî 5,8ê wan ji Îraqê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst