Encûmena Asayîşa Navdewletî li ser rewşa Sûriyê civiya

15-09-2022
Loloxan
Encûmena Asayîşa Navdewletî li ser rewşa Sûriyê civiya
Encûmena Asayîşa Navdewletî li ser rewşa Sûriyê civiya
Nîşan Encûmena Asayîşa Navdewletî Sûriye Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Asayîşa Navdewletî li ser rewşa Sûriyê civiya, Cîgira Şandiyê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê teqezî li çareserkirina krîza wî welatî kir.

Berpirsê Netewên Yekbûyî ji bo karûbarên mirovî jî dibêje, pêwîstiya 14 Milyon û 600 hezar kesan li Sûriyê bi alîkariyên mirovî heye.

Nûnerê Sûriyê Besam Sebax destnîşan kir, ji bo ku ewlekarî û aramî li Sûriyê çêbibe divê destêwerdanên welatên Rojavayî di karûbarên Sûriyê de nemînin.

Civata Ewlekariyê ser bi Neteweyên Yekbûyî îro Çarşemê 15ê Îlona 2022an bo rewşa xirab a Sûriye civiya. Berpirsên navdewletî yên peywendîdar hişyariyê didin û dibêjin divê zû krîza vî welatî çareser bibe.

Cîgira Şandiyê Taybet ê UNê bo Sûriye Necat Ruşdî anî ziman, “Ev girîngtirîn fikre ye ku heta niha min ew bidest xistiye di karê xwe de: Pêşketin çêdibe dema Sûrî lihev bicivin, daku welatê xwe rizgar bikin, û berê xwe bidin siberojê. Divê em çareseriyeke siyasî berdewam û giştî pêşkêş bikin bo parastina hêviyê ji wan kesên ku rojane şer dikin û pêvajoya Sûriye li hemû aliyan rast bikin.”

Şerê navxwe yê Sûriye di sala xwe ya 11ê de welat ber wêraniyeke bê mînak ve biriye, heta kiriye ji sedî 95ê xelkê vî welatî di bin hêla hejariyê de bijîn.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê UN bo Karûbarên Mirovî Martin Griffiths got, “Pêwîstiya 14.6 milyon kesan li Sûriye bi alîkariya mirovî heye, zêdeyî nîvê wan zarok in. Ev jî asta herî bilind e ji destpêka krîzê ve. Berê jî min gotiye em pişta gelê Sûriye berdidin, her sal ji sala çûyî zêdetir dibe. Her sal jî pêdivî zêdetir dibin, hejarî zêdetir dibe, guşar zêdetir dibe, trajediya gelê Sûriyê kûrtir û berdewam dibe.”

Li gor nûnerê Sûriye li Neteweyên Yekbûyî, pirisgirêka welatê wî tenê ji destwerdana biyanî destpê dike û çareserî jî bi rawestandina wê destwerdanê bidawî dibe.

Nûnerê Daimî yê Sûriyê li UN Bessam Sebbax anî ziman, “Vegerandina ewlehî û aramiyê bo Sûriye girêdayî ye bi rawestandina destwerdana dijminkarî ya welatê Rojava li nav Sûriye, bidawîanîna dorpêça aborî ya ne exlaqî, nehiştina terorê, bidawîanîna dosyeya çekdarên terorîst ên biyanî û derketina hêzên biyanî yên dagîrker ji Sûriye.”

Di Nîsana borî de, Programa Xorakê ya Cîhanî ragihand, her 3ê ji 5 kesan li Sûriye asayîşa xorakê ji dest dane, herwiha di Gulana borî de jî Neteweyên Yekbûyî daxwaza zêdeyî 10 milyar dolar alîkarî bo xelkê Sûriye kiribû lê li gor heman çavkaniyan heta niha ji sedî 25ê birra wan pereyan tenê hatiye pêşkêşkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst