Rûsya: Gaza me ya ji bo Ewropa tê hinardekirin dê 50 milyar metrekub kêm bibe

15-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Aleksandr Novak ragihand ku îsal xaza welatî wî ya ji bo Yekîtiya Ewropayê (YE) tê hinardekirin dê 50 milyar mêtrokup kêm bibe.

Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Aleksandr Novak ku bo 22mîn Lûtkeya Rêxistina Alîkariyê ya Şanghayê li paytexta Ozbekistanê bajarê Semerqendê ye daxuyanî da.

Aleksandr Novak diyar kir ji ber sizayan gaza ji bo Ewropayê tê şandin dê kêm bibe û got: “Li gorî texmînên Wezareta Enerjiyê ya Rûsyayê, îsal gaza me ya ji bo Yekîtiya Ewropayê  tê hinardekirin dê 50 milyar metrekup kêm bibe.”

Novak anî ziman ku divê siyasetmedarên Ewropayê têkildarî krîza enerjiyê gavên maqûl biavêjin û got, "Divê ne li ser destwerdanên bazarê bifikirin, lê divê beriya her tiştî gelê li wir dijîn bifikirin.”

Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê herwiha got“Bihayê gazê dê li gorî hevsengiya daxwaza li ser û şert û mercên bazarê bê diyarkirin. Formula şandina boriyan li ser bingeha şertên peymanê li ser bingehek demdirêj e, û peymanên me yên şandina gazê ji bo Ewropayê bi giştî demdirêj in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst