Zelensky qezaya trafîkê kir

15-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky di bûyereke trafîkê de li paytexta wî welatî bajarê Kyive bi sivikî birîndar bû.

Berdevkê Serokomariya Ukraynayê Sergey Nikiforov, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Facebookê de, ragihand ku li Kyive qezaya trafîkê di navbera karwana Zelensky û otomobîlekê de çê bû.

Sergey Nikiforov diyar kir ku ajokarê otomobîlê  birîndar bû, piştî midexaleya ewil a tîma tenduristiya bi karwana Zelensky re ajokar rakirin nexweşxaneyê.

Nikiforov herwiha da zanîn ku di qezayê de Zelensky jî birîndar bû, lê rewşa wî ne giran e û der barê qezayê da lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst