Banka Cîhanî: Heta sala 2050an dibe ku 216 mîlyon kes koç bikin

15-09-2021
RÛDAW
Nîşan Banka Cîhanî Groundswell Koçberiya Navxwe Veguherîna Keşûhewayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora nû ya Banka Cîhanî, dibe ku krîza keşûhewa heta sala 2050an bibe sedema koçberbûna zêdetirî 216 milyon kesan.

Banka Cîhanî rapora "Groundswell" a li ser koçberiya navxweyî ya ji ber keşûhewayê belav kir. Di sala 2018an de, bandorên veguherîna kişwerê li ser koçkirina li Asyaya Başûr, Amerîkaya Latîn û Afrîkayê hatibû analîzekirin. Bi nûvekirina nû, Afrîkaya Bakur, Asya Rojhilat û Pasîfîk, herêmên Ewropaya Rojhilat û Asya Navîn jî li raporê hatin zêdekirin

Li gorî raporê, ku eşkere dike veguherîna keşûhewayê dê herî zêde bandoreke dijwar li herêmên xizan û paşde mayî bike û gefê li geşedanê wan bixe û herwiha heta sala 2050an dibe ku li 6 herêman bibe sedema koçberbûna navxweyî ya zêdetirî 216 mîlyon mirovan.

Di raporê de, tê diyarkirin ku eger plansaziyek bi bandor li hember veguherîna keşûhewayê neyê kirin, dê hem herêmên koçberî lê çêdibe û hem li herêmên ku pêşwaziyê li koçberan dike.  bikevin di bin zexteke dijwar de. Tê gotin ku ji ber koçberiya navxwe û derve, dê di salên 2030 an de herêmên germ çêbibin û ev herêm dê heya 2050an zêde bibin.

Rapor çar pêşnîyaran pêşkêşî dike ku dikare hejmara kesên ku ji ber veguherîna keşûhewayê ji neçarî koç dikin ji sedî 80 kêm bike:

1 - Ji bo kêmkirina koçberiya ji ber keşûhewayê, divê gazên serayê yên gerdûnî kêm bibin

2 - Koçberiya navxweyî divê di plansaziya pêşkeftina demdirêj, kesk, nerm û berfireh de hebe

3 - Wekî stratejiyeke keşûhewayê, divê ji bo her qonaxa koçberiyê plansazî were kirin da ku koçberiya navxweyî di warê pêşdeçûnê de erênî bibe.

4 - Bi armanca pêşxistina planên rast, divê ji bo başkirina koçberiya navxwe razemenî bê kirin.

Cîgirê Berpirsê Banka Cîhanî yê Bo Geşepêdana Berdewam Juergen Voegele got: "Eger welatên cîhanî bilez dest bi kêmkirina gaza serayê bikin, ekosîstemên girîng vegerînin û alîkariya mirovan bikin, koçberiya navxwe ya ji ber veguherîna keşûhewayê heya sala 2050an dikare ji sedî 80, ango heya 44 mîlyon kesn kêm bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst