Rêkevtina Îsraîlê ya ligel Îmarat û Behreynê hat îmzekirin

15-09-2020
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Îmarat Behreyn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi amadebûna Serokê Amerîkayê Donald Trump, li Koşka Spî rêkeftina aştiyê û asayîkirina peywendiyên Behreynû Îmaratê li gel Îsraîlê hate îmzakirin. 

Merasîma îmzakirina herdu rêkeftinên girîng yên Îsraîlê ligel Îmarat û Behreynê li Koşka Spî bi amadebûna Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, her yek ji Wezîrê Derve yê Behreynê Ebdulletîf Bin Raşid û Ebdulla Wezîrê Derve yê Îmaratê Bin Zayid, li Koşka Spî birêve çû.

Beriya îmzakirinê Serokwezîrê Israîlê, Benjamin Netanyahu, di gotarekê de ragihand,  ku rêya rast aştî ye, û divê aştî di nava welatên navçeyê de peyda bibe û tekez kir, ku ev prose dê bibe sedem, ku hejmareke din a welatên Erebî tevlî proseya aştiyê bibin, û dawiyê li nakokiya Erebî û Îsraîlê bînin.

Benjamin Netanyahu herwiha tekez kir, ku ev rêkeftin, wê hêzeke abûriye mezin li navçeyê dirûst bike û got ku ew dikarin hemû pirsgirêkên li navçeyê çareser bikin.

Birêveçûna wê merasîmê, destpêkirina pratîkî ya peywendiyên dîplomasî yên di navbera Îsraîl û Îmaratê, û Îrsarîl û Behreynê de ye, asayîkirina peywendiyan wate îtîraf kirin bi dewleta Îsraîlê ji aliyê Behrên û Îmaratê ve ye, bi vê yekê jî, Îsraîlê kariye peywendiyên xwe li gel 4 welatên Ereb asayî bike.

Tê payîn di demeke nêzîk de, balyozxaneya Îmratê û Behreynê li Televîvê bê vekirin, û di hema dem de balyozxaneya Îsraîlê li Ebu Zebî û Mename bê vekirin.

Ji bilî van peywendiyan, Îsraîlê amadebûna xwe nîşan daye, ku di warê bazirganî û geştiyarî û teknelojî de, girêbestên nû li gel wan her du welayên Erebî îmza bike, herwiha ji aliyê emnî û serbazî ve jî, hemahengiyê li gel Behreynê dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst