Şewata li daristanên California û Oregonê berdewam e

15-09-2020
RÛDAW
Nîşan Amerîka Şewata daristanan California Oregon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Agirê li daristanên wîlayetên California û Oregonê berdewam berfireh dibe. Di dema çend hefteyên derbasbûyî de, li Amerîkayê bi kêmanî 29 kes ji ber bûyerên derketina agir jiyana xwe ji dest dane û 10 ji wan qurbaniyan li wîlayeta Orgên û 19 jî li California bûn.

Nêzîkî mehekê dibe, ku agir bi daristanên California ketiye û bûye sedema zerarên canî û maddî, lê agirê Orgên bilez gehiştiye nav mal û milkê xelkê, û zêdeyî 3880 kîlometran çarkoşe şewitiye.

Bi sedên kîlometreyan li beşê rojavayê Amerêkayê agirpêketin lixwe girtiye, agirpêketin bilez berfireh dibe û hino hino canên mirovan jî ligel xwe dibe.

Ligel belvbûna agirpêketinê jî xelk berdewam derbider dibin.

Dive Manroy xelkê Oregonê dibêje: “Niha dibêjin zengelekî din ê hişyriyê bi rê de ye, Xwedayo zengilên hişyariyê zêde lêdane, em du sê caran veguhetine, dilgiran bûme. Amade me mala xwe veguhêzim. Lê ez ne nîgeranim. Em li Mêdford dimînin. 15 kîlometreyan ji agir dûr e. Lê kî dizane wê çi çêbibe, dibe ku careke din em bar bikim. Ji vê wîlayetê derdikevim.”

Agirpêketina herdû wîlayetên Kalîforniya û Oregon bi sed hezaran kes derbider kirine û 50 hezar kes jî li navçeya metirsîdar in, eger heye agirpêketin di wan re derbas bibe.

Ew kesên ku agirpêketinê ew dorpêç kirine, dibêjin di jiyana xwe de pêşbîniya rewşke wiha nedikirin.

Achly Bretin welatiyekî ji Oregonê dibêje: “Ev cara yekem e ku têm vê derê, û ev yek jî nexweştirîn tişte ku di jiyana xwe de dibînim. Min Vidiyo dît, lê ev hezar carî xerabtire ji wî tişta ku pêşanî me dane. Derbarê zengilê hişyariyan ez nizanim çi bibêjim.”

Wîlayetên Washington, Oregon û Kalîforniya jiber agirpêketinê dikin hawar, lê zêdetirîn qurbanî li Kalîforniyayê çêbû ye, 19 kesan jiber agirpêketinê canê xwe jidest dane. Wêranbûna mal û milkê xelkê jî xemeke din a xelkê û hakimê wîlayetê ye.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst