Mecaristan sînor girt – Derbasbûna qaçax sûc e
Dusseldorf (Rûdaw) – Welatê Mecaristan sînorê xwe yê ligel Sirbistanê bi temamî girt. Sînorê 175 kîlometre yê ligel Sirbistanê bi temamî bi têlên dirî yên 4 metroyî bilind hate girtin.
Li gor AFP, li Mecaristanê deriyê sînor yê normal jî ji bo koçberan hate girtin. Jibilî wê yekê jî, ji nîvê şevê ve êdî derbaskirina sînor bi qaçaxî weke sûc tê hesbandin û dikare bi heta 3 sal girtîgeh bê cezakirin. Eger têla li ser sînor bê xirabkirin, ew ceza dikare bibe heta 5 sal jî. Li şûna girtîgehê, kesê cezakirî dikare werê dersînorkirin jî.
Di van rojên dawî dîmênên tradejîk yên bi hezaran koçberên li Hûngaryayê asê mayî belav bibûn, ku hewl didan di ser Mecaristanê re derbasî Nemsa û Almanyayê bibin.
Piştî ku Almanya û Nemsayê ji ber pêla koçberan li ser sînorên xwe dest bi kontrolan kirin, Hûngaryayê jî sînorê xwe yê ligel Sirbistanê bi temamî girt.
Çavdêr li bendê ne ku piştî girtina sînorê Sirbistan û Mecaristanê, krîza penaberan derbasî Sirbistanê bibe û penaber ji Sirbistanê hewl bidin ku bi rêya Krowatya û Slovenyayê derbasî Nemsayê û Almanyayê bibin.
Neteweyên Yekbûyî jî bang li Yekîtiya Ewropayê kirin ku arîkariya Sirbistanê bike û beriya zivistanê kampên koçberan li Sirbistanê avê bike.
Di vê naveberê de Mecaristanê li 2 herêmên başûr rewşa awarte ragihand. Li ser vê yekê hejmarek koçberên li wan herdu herêman ketin greva birçîbûnê.