Dr. Fuad Mehsûm: DAIŞê çendîn tawanên qirkirin û komkujiyê li Iraqê kirine

15-09-2014
RÛDAW
Fuad Mehsûm
Fuad Mehsûm
A+ A-

 

Parîs (Rûdaw)- Civîna hevpeymaniya navdewletî bo jinavbirina terorîstên DAIŞê li Sûriye, Iraq û Başûrê Kurdistanê îro li Parîsê dest pê kir. Di civînê de piştî Serokomarê Fransayê François Hollande, Serokomarê Iraqê Dr. Fuad Mehsum gotarek pêşkêş kir û behsa girîngiya jinavbirina terorîstên DAIŞê kir.

 

Serokomarê Iraqê Dr. Fuad Mehsûm di gotara xwe de ragihand: “Em spasiya Fransa û xelkê Fransayê dikin her wiha spasiya wan welatan jî dikin ku hevkariya Hêzên Pêşmerge kirin di şerê li dijî DAIŞê de.”

 

Dr. Fuad Mehsûm fikarên xwe ji belavbûna DAIŞê bi ser welatên cîhanê anî ziman û got: “DAIŞ dixwaze bigihêje hemû cîhanê û kiryarên xwe yên terorîstî encam bide, lewra pêwîst e ev rêxistin bi wan qanûnên ku piştgiriya terorê qedexe dikin, bê dorpêçkirin.”

 

Serokomarê Iraqê amaje bi tawanên terorîstî yên DAIŞê kir û got: “DAIŞê di nava çend mehên borî de çendîn tawanên komkujî û qirkirinê kirine û bi sedan hezar kes ji aliyê wan ve hatine revandin û weku dîl di destê wan de ne.”

 

Dr. Fuad Mehsûm diyar kir ku bi hezaran welatî di bin gefên wan de ne û bi sedhezaran jî koçber bûne.

 

Serokomarê IraqêDr. Fuad Masûm di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Terorîstên DAIŞ çendîn tawanên mezin encam dane û cihên olî yên mîna dêr, mizgeft û ziyaret teqandine. Hemû pêkhateyên Iraqê îro di bin gefa DAIŞ de ne.”

 

Serokomarê Iraqê di beşeke din ji gotara xwe de behsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kir û got: “Em di pêkanîna hikûmeteke yekrêz û nîştîmanî de serkeftî bûn.”

 

Li dawiya gotara xwe de Serokomarê Iraqê Dr. Fuad Masûm daxwaz ji hemû aliyan kir ku operasyonên asmanî li dijî DAIŞê encam bidin û çavkaniyên piştgiriya wê rêxistinê pûç bikin.

 

Civîna Parîsê dê tenê rojekê bajo û Wezîrê Derve yê DYAyê Jone Kerry serpereştiya wê dike. Di civînê de serok û wezîrên derve yên 40 welatên cîhanê beşdar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst