Amerîka: Me qet behsa vekişîna ji Îraqê nekiriye

2 demjimêr berê
Diyar Kurde
 Diyar Kurde û Vedant Patel / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Diyar Kurde û Vedant Patel / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Amerîka Îraq Vekişîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel got, “Me bi ti awayî behsa vekişîna hêzên xwe ya ji Îraqê nekiriye.”

Vedant Patel, di civîna çapemeniyê de pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

Patel diyar kir ku ew di çend civînên cuda de bi berpirsên Îraqê re li ser paşeroja hêzên Amerîkayê yên li Îraqê axivîne.

“Me behsa vekişînê nekiriye”

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel diyar kir ku di van civînan de vekişîna hêzên wan nebûye mijar û got:

“Di van civînan de bi ti awayî behsa vekişîna hêzên Amerîyayê ya ji Îraqê nehatiye kirin.

Lê wekî ku Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê behs kir dê diyaloga me ya ji bo avakirina şirîkatiya ewlehiyê ya dualî berdewam bike.”

Vedant Patel ragihand ku dê danûstandinên wan û Îraqê li ser hîmê diyalog û stratejiyên berê bidomin û dê hay ji berjewendiyên her du aliyan jî hebin.

Piştî ku Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehranê hat kuştin gelek alî li hêviya bersiva Îranê ne.

Patel got, ew naxwazin bi ti awayî behsa dem û çawaniya bersiva Îranê bikin lê wan peyameke zelal daye ku divê alozî kêm bibin.

Amerîka û Îraqê sala 2008an li ser vekişîna hêzên Amerîkayê peymanek îmze kiribû.

Li gorî peymanê, divabû leşkerên Amerîkayê herî dereng heta 30ê Hezîrana 2009an ji bajar û bajarokan derketa.

Bi taybetî piştî ku Hemasê 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan êrişî Îsraîlê kir û şer dest pê kir hinek aliyên Şie yên Îraqî dixwazin ku Amerîka hêzên xwe vekişîne.

Divê were gotin ku piştî êrişên DAIŞê hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) 10ê Hezîrana 2014an li ser daxwaza hikûmetê çûn Îraqê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst