Ronaldo, piştî wergirtina kupayê bi wergêrê xwe yê Efrînî re wêne girt

15-08-2023
RÛDAW
Nîşan Cristiano Ronaldo Efrîn Mehmûd Henan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cristiano Ronaldo, piştî ku kupa wergirt bi wergêrê xwe yê Efrînî re wêne girt

Tîma El-Nasrê di fînala Şampiyoniya Klubên Ereban de 2-1 El-Hîlal têk bir.

Cristiano Ronaldoyê lîstikvanê navdar ê tîma El-Nasrê di lîstikê de 2 gol avêtin.

Ronaldo, di kariyera xwe ya Erebistana Siûdî de yekem kupaya xwe bi dest xist.

Ronaldo piştî lîstikê bi wergêrê xwe yê Kurd Mehmûd Henan re wêneyek girt. 

Mehmûd Henan kî ye?

Mehmûd Henan Kurdekî xelkê gundê Cebliyayê yê nahyeya Racoyê ya Efrînê ye.

Ew sala 1973an ji dayik bûye, di warê werzişê de xwedî ezmûneke dûrûdirêj e û pêwendiyeke wî ya bihêz bi futbola Erebistana Siûdiyê re heye.

Mehmûd Henanê ji Rojavayê Kurdistanê bi zimanên Kurdî û Sirbî, Kirwatî, Îngilîzî, Boşnakî, Spanyolî, Rûsî û Erebî dizane.

Mehmûd Henan sala 1999an beşdarî tîma El-Nasrê ya Erebistana Siûdiyê bû, di pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya 2002yan de bi tîma neteweyî re xebitî.

Mehmûd Henan bi El-Nasrê re xwedî ezmûneke dûrûdirêj e û têkiliyeke wî ya xurt bi rahênerê Fransî Rudî Garcia û hemû lîstikvanan re heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst