Yekitiya Ewropayê biryar da çekan bide hêzên Pêşmerge

Bruksel (Rûdaw) – Yekitiya Ewropayê ragihand, dê di şerê li dijî DAIŞê de çekan bide hêzên Pêşmerge her wiha ji bo şandina alîkariyên mirovî ji kurdên êzîdî yên li ser çiyayê Şingalê asê mane, pireke hewayî çêbike û firotina petrolê ji aliyê DAIŞê ve asteng bike.

Wezîrên derve yên Yekitiya Ewropayê îro li ser rewşa Iraq-Başûrê Kurdistanê û Rûsyayê bi awayekî awarte li Brukselê civiyan.

Di civînê de êrişên DAIŞê li dijî kurdên êzîdî û gelên din ên Iraqê bi tundî hat şermezarkirin û hinek biryarên girîng hatin standin.

Li gorî agahiyan, wezîrên Yekitiya Ewropayê pêşwazî li biryarên welatên mîna Îngiltere, Fransa û Hollandayê bo şandina çekan ji hêzên Pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê re kirin û ragihandin, divê ev çek li gorî qanûnên Ewropayê û bi rizamendiya hikûmeta Bexdayê werin şandin.

Yek ji biryarên din ên wezîrên Ewropî astengkirina firotina petrolê ji aliyê DAIŞê ve bû û li ser vê yekê jî bi awayekî berfireh hat gotûbêjkirin.

Her wiha biryar hat dayîn ji bo şandina alîkariyên mirovî bo kurdên êzîdî yên li ser çiyayê Şingalê asê mane pireke hewayî bê çêkirin û alîkarî ji wan re were şandin.