Steinmeier: Pêwîste rojava alîkariya leşkerî bide Kurdistanê

15-08-2014
RÛDAW
Nîşan Almaniya YE Kurdistan Piştgirî Frank-Walter Steinmeier
A+ A-

 

Bruksel (Rûdaw)- Wezîrê Derve yê Almaniya, Frank-Walter Steinmeier ragihand ku ew dê serdana Başûrê Kurdistanê bike.

Di çarçoveya civîna wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropa (YE) de, Frank-Walter Steinmeier di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê aşkere kir ku, ew dê serdana Başûrê Kurdistanê bike û ligel Barzanî behsa rewşa Başûrê Kurdistan û Iraqê bike.

Herwiha Steinmeier spasiya rola Hêzên Pêşmerge kir di rûbirûbûna çekdarên DAIŞê de, herwiha bi pêwsît zanî ku welatên rojava ne tenê alîkariyên mirovî, lê belê alîkariyên leşkerî jî pêşkêşî Başûrê Kurdistanê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst