Brîtanya: Serokê Partiya Karkeran rastî êrişa bi hêkan hat

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Partiya Karkeran a Brîtanya di dema propagandaya hilbijartinê de rastî êrişa bi hêkan hat.

Serokê Partiya Karkeran a Brîtanya Êdward Mêlîband di dema propagandaya hilbijartinê de hat hêk baran kirin, çaketê xwe li ser xwe danî û got: “Tiştên bi vî awayî jî wê her çêbibin.”

Mêlîband ragihand ku ev ne cara yekeme tê hêk baran kirin û nabe cara dawiyê jî. Navbirî destnîşan kir ku ew timî li pey rêyên nû digere û ji bo ligel dengderên xwe peywendiyê dane.