Jineke Kurd xwe ji bo serokwezîriya Holandayê amade dike

15-07-2023
RÛDAW
Dîlan Yeşîlgoz
Dîlan Yeşîlgoz
Nîşan Dîlan Yeşîlgoz Holanda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî hilweşandina hevpeymaniya hikûmeta Holandayê û hilweşandina kabîneya wezîran û jineke Kurd xwe ji bo berbijêriya posta serokwezîriya wî welatî amade dike.

Dîlan Yeşîlgoz ku bi eslê xwe ji Dêrsîma Bakurê Kurdistanê ye, niha di kabîneya hikûmeta Holandayê de ji Partiya Gel ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) Wezîra Dad û Ewlekariya Holandayê ye.

Eger Dîlan Yeşîlgoz bi ser bikeve, ew dê di dîroka Ewropayê de bibe yekemîn Kurda ku dibe serokwezîr û di dîroka Holandayê de jî bibe yekmîn jina dibe serokwezîr.

Dilan Yeşîlgoz jineke ciwan e ku di salên 1980yî de dema ku 8 salî bû bi malbata xwe re koçî Holandayê kir. Her çend di medyayê de bi berdewamî îdîa bikin ku ew Kurd e, lê di derbarê jiyana wê ya Kurdî de pir hindik tê zanîn.

Dîndar Koçar bi salan e li Holandayê çalak e û di nav Kurdên dîasporayê û Holandiyan de kar kiriye. Koçer ji nêz ve Dîlan Yeşîlgoz nas dike û têkiliyeke wî ya xurt bi Dîlan û malbata wê re heye.

Dîndar Koçar bû mêvanê bernameya Diyasporayê ya Rûdawê û di derbarê Dîlan Yeşîlgoz, Kurdbûna wê, berbijêrtiya wê ya ji bo seroka Partiya Gel ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) û serokwezîriya Holandayê de bersiva pirsên Hemîn Ebdulla da.

Koçer ragihand ku Polîtburoya Partiya VVDê Dîlan Yeşîlgoz ji bo serokwezîrtiyê pêşniyar kiriye wiha got “Şansekî mezin heye ji ber ku duh Polîtburoya Partiya VVDê pêşniyaz kiriye ku heta niha yekem berbijêr e ku bibe seroklîsteya hilbijartinên bên ku hatine plankirin di 22yê meha 11an de bên lidarxistin. Dîlan Xan jî keseke bi rastî hez jê kiriye, ne tenê di nav kesên partiya xwe de, xelkên din jî ku ne alîgirên wê partiyê ne gelek bi pozîtîf behsa wê dikin. Şanseke mezin heye ku serkeftineke baş bi dest bixe û dîrokê tomar bike.”

“Dîlan Yeşîlgoz sedî sed Kurd e û bi Kurdbûna xwe serbilind e”

Derbarê rexne û nîqaşên li ser Kurdbûna Dîlan Yeşîlgoz û malbata wê de Dîndar Koçer wiha dibêje “Bavê wê xelkê Dêrsimê ye, dayika wê bi eslê xwe Tirk e. Lê dayika wê Fatma Xan berî niha ku seroka Rêxistina Penaberê Holandayê bû û di wan salên xwe yên aktîv de gelek nêzikî me bû weke Kurdan û alîkariya gelê Kurd kiriye. Dîlan Xan jî bi Kurdbûna xwe şanaz e, serbilind e. Gelek rexne jî tên kirin, em dibînin behsa Kurdbûna wê tê kirin ka çi kiribû, çi nekiribû. Em ji bîr nekin Dîlan Xan siyasetmadereke Holandî ye. Ya ku ji destê wê tê heta niha me dîtiye bo Kurdan û pirsgirêkên Kurdan bi taybetî di vê dawiyê de bo qurbaniyên Êzidiyan an jî jinên Êzdî yên ketine destên DIAŞê alîkariyeke gelek gelek mezin kiriye li gor şiyanên xwe. Bê guman Dîlan Xan sedî sed Kurd e û bi Kurdbûna xwe serbilind e. Lê xebata wê meydana wê siyaseya Holanda ye û giringiya wê jî dê bibe siyaseya Holandayê.”

Di 7ê Tîrmeha 2023an de, Serokwezîrê Holandayê Mark Rutteji ber negihîştina çareseriyekê ji bo çawaniya rûbirûbûna koçberên neyasayî û nehiştina wan, hilweşandina kabîneya xwe ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst