Parlamentoya Belcîkayê ji bo naskirina komkujiya Kurdên Êzdî weke jenosîd dicive

Hewlêr (Rûdaw) –  Parlementoya Belcîkayê îro Pêncşemê ji bo bi fermî naskirina komkujiya Kurdên Êzdî weke jenosîd dicive û tê çaverêkirin piraniya frakisyonan bi (Erê) projeyê pesend bikin. Eger Parlamentoya Belcîkayê projeyê pesend bike, dibe duyemîn parlamento piştî Parlamentoya Hollandayê ku wê komkujiyê weke jenosîd nas bike.

Ev civîn di demekê de ye, dawiya meha borî, komîteyên derve ya parlementoya Belcîkayê proje pesend kir.

Bi gotina serokê Dezgeha Êzdî ya Navdewletî ji bo Berengarbûna Jenosîdê, Hiso Hurmî projeya parlamentoya Belcîkayê baştirîn proje ye ku heta niha hatibe amadekirin.

Di destpêka Tebaxa sala 2014an de, çekdarên Dewleta Îslamî ya li Iraq û Şamê naskirî bi DAIŞê êrişî sînorê qezaya Şingalê û derdora wê kirin û li hember Kurdên Êzdî ku niştecihên wan deveran in, komkujiyeke mezin pêk anîn.

Li gorî amarên Nivîsgeha Rizgarkirina revandiyên Êzdî, ji 03/08/2014 heta 03/05/2021ê ji tevaya 6 hezar û 417 Kurdên Êzdî ku hatine revandin, 3 hezar û 545 kes ji wan hatine rizgarkirin, ku ji 1 hezar û 205 jin, 339 zilam û 45 zarokên keç û 956 zarokên kur, pêk tên. Herwiha 2 hezar û 768 Kudên Êzdî jî, heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Piştî 6 salan ji karkirina li Duhokê jî, bi biyara Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzdî ji îro ve li Hewlêrê dirêjiyê dide karên xwe.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Ewropayê Dilawer Ajgeyî, gava parlamentoya Belcîkayê bi girîng bi nav dike û dibêje, ew kar yek ji gavên pêwîst e, bi mebesta peydakirina zemînê ji bo qerebûkirina Kurdên Êzdî.

Roja 3ê Tebaxa 2019an, Parlamentoya Kurdistanê komkujiya Kurdên Êzdî weke jenosîd nasand.

Adara îsla jî, Serokomarê Iraqê biryara qerebûkirina jinên Êzdî yên rizgarbûyî pesend kir, piştî ku ji aliyê parlementoya Iraqê ve, deng li ser hate dan.

Parlamentoya Hollanda roja 6ê Tîrmeha 2021 bi biryarekê komkujiya Kurdên Êzdî weke jenosîd dabû naskirin.