Parîs û Hewlêr rêkeftina destexûşkbûnê îmze kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hewlêr û Parîsê rêkeftina destexûşkbûnê ya ji bo pêşxistina peywendiyên aborî, kulturî û dostane îmze kirin. Li gorî rêkevtinê dê di navbera Hewlêr-Parîsê de di warên aborî, kulturî û gelek beşên din de hevkarî û hemahengî bê pêşxistin.

 

Seroka Şaredariya Parîsê Ann Hidalgo û Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî îro Duşemê (15.07.2019) li paytexta Fransa bajarê Parîsê rêkeftina hemahengî û bihevrekarkirinê ya navbera Parîs û Hewlêrê îmze kirin.

 

Ev keftin ji 6 xalan pêk te û çend waran li xwe digre û herdû bajar dikarin di warên kultûrî, çûnûhatin, birêvebirin, geştyarî, şûnwar û çend warên din de alîkariya hev bikin.

 

Hewlêrê bi vê yekê dibe 55mîn destexûşka Parîsê.

 

Hinek xalên rêkevtinê ev in:

 

Hevkariya xizmetên trafîk û guhestinê

Nûjenkirina avadanê

Parastina mîrateyên kulturî

Pêşxistina kerta geştyariyê

Hevkariya spor û kulturê

Hevkariya çandiniyê

Hevkariya rêvebiriyê

Danîna bernameyên hevkarî û peywendiyan

Navenda Parîsê ku bêtir ji 2 milyon û 200 hezar nifûsa wê ye, mezintirîn bajarê Fransayê ye. Serokê Şaredariyê bi hilbijartinan tê diyarkirin û hakimê Parîsê ye û li gor protokolê, li gel wan serok û serkirdeyan dicive ku bi fermî bo Fransayê têne vexwandin.

 

Parîs, ji bilî ku navendeke giring a siyasî ya cîhanê ye, di aliyê asta giştî ya berhemanînê de jî mezintirîn bajarê aborî yê Ewropayê û pêncemîn bajarê mezin ê aborî li seranserê cîhanê ye.

 

Parîs herwiha bi bajarê model û bêhnan (etir) tê naskirin û salane ji ber cihên weke birca Eiffel û Muzexaneya Louvre û Katedrala Notre-Damê, zêdetirî 40 milyon geştyaran serdana wê dikin.