Fransa 3 roj şîna giştî ragihand

Navenda Nûçeyan – Li Fransa ji be rêrişa şeva borî ya li bajarê Nice 3 roj şîna giştî hat ragihandin. Serokwezîrê Fransa Manuel Vals jî da xuyakirin, ku terorîst bo tirsandina xelkê dixebetin.

 

Serokwezîrê Fransa Manuel Vals li Koşka Elisse li Parîs a paytxta wî welatî derbarê êrişa şeva derbasbûyî ya li bajarê Nice de daxuyaniyek rojnamevanî da û tê de ragihand: “Em bi navê Hikûmeta Fransa serxweşiyê li keûkarên qurbaniyên êrişa bajarê Nice dikin û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazin.”

 

Manuel Valls amaje bi wê yekê kir, ku hikûmeta amade ye hemû alîkariyên pizîşkî bo çareserkirina birîndaran dabîn bike û herwiha alîkariyên locestîk jî pêşkêşî kesûkarên qurbaniyên êrişê bike.

 

Şeva borî kamyonek li bajarê Nice yê Fransa bi nav xelkê ket û di encamê de 84 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 120 kesan jî birîndar bûn.

 

Valls herwiha got: “Bi vê minasibeta xembar hikûmeta 3 rojan weke şîna giştî li Fransa radigihîne.”

 

Valls tekez kir: “Piştî bûyerên Frasa û bi taybet bûyera terorîstî ya bajarê Niceyê, Hikûmeta Fransa di asteke bilind de civîna ewlehiyê li dar xistiye û amadekariyên ewlehiyê li Frasa jî dê derbasî qonaxeke din bin û hemû hêzên ewlehiyê jî bo rûbirûbûna terorê amade ne.”

 

Derbarê gefên terorî li ser welatê xwe jî, Serokwezîrê Fransa destnîşan kir: “Terorîst bo tirsandina xelkê dixebitin, lê belê Fransa bi ti awayî naçe bin barê gefan û teslîm nabe. Ev êriş hikûmet û gelê Fransa natirsînin, hikûmeta bi hemû şêweyekê dê rûbirûyê terorê bibe.”