NICE – Ji Kurdistanê şermezarî

15-07-2016
RÛDAW
Nîşan Nice Êrîşa terorîstî Fransa Şermezarî
A+ A-

 

 

 

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber êrîşa bajarê Nice ya Fransayê ku bibû sedema mirina 84 kesan, li tevahiya cînahê peyamên şermezarkirinê hat.

 

 

Duh bi şev li bajarê Nice’ê Fransayê di encama êrîşekê bixwîn de 84 kesan jiyana xwe jidest dan û zêdetirê 120 kesan jî birîndarbûn. Serokên cîhanê bi peyamên cûda  piştgiriya xwe bo hikûmeta Fransa anî ziman û hevxemiya xwe ji bo gelê Fransayê derbirîn.

 

 

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi peyamekê êrîşa terorîstî ya li bajarê Nice’ê yê Fransayê şermezar kir û diyar kir ku, bi vê êrîşa terorîstî carek din selmand ku civaka navdewletî li ber erkek mezin de ye.

 

 

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di peyama xwe de êrîş bi tundî şermezar kir û ragihand: “Hevxemî û hevsoziya xwe ji bo gel û hikûmeta Fransayê tînin ziman û bi hemû awayê piştevanê wan in.”

 

 

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got:

 

 

“Dubarebûna êrîşên bi vî awayî li Fransa û welatên din ên cîhanê, careke din vê rastiyê eşkere dike ku ji bo jinavbirina terorê divê civaka navdewletî hevkarî, hemahengî û hewlên xwe zêdetir bike da ku cîhanê û mirovahiyê ji metirsiya terorê biparêze.”

 

 

Li Herêma Kurdistanê, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, li ser navnîşanên xwe yên Twîtterê êrîş şermezar kirin û peyama hevxemiyê şandin ji bo gelê Fransayê.

 

 


 

 

Serokê Amerîkayê Barzack Obama bi navê gel û rêveberiya welatê de bi tundî êrîş şermezar kir û daxuyad ku ew li gel gelê Fransayê ne.

 

Omaba diyar kir ku wî berpirsên îdarî erkdar kiriye ji bo hemahengiya li gel berpirsên Fransayê û çi ji destê wan bê dê bikin.

 

Di peyamek din de Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry ragihand ku êrîşa li Niceyê êrîşek li dijî kesên bê tawan bûye ku di roja Azadiya Nîştîmanî de daxwazên xwe ji bo azadî û wekheviyê anîne ziman.

 

 

 

 

 

 

Ji aliyê din ve Berdevkê hikûmeta Brîtanya û Wezareta Derve ya vî welatî jî bi peyamên cûda êrîşş şermezar kirin û diyar kirin ku ew li hember vê êrîşê şok bûne. Berpirsên Brîtanî daxuyandin ku ew ji bo hemû alîkariyan bo gel û hikûmeta Fransayê amade ne.

 

Serokwezîrê Hindistanê Narêndra Mondî jî derbarê êrîşê de peyamek weşand û daxwaza sersaziyê kir û hevxemiya xwe ya li gel Fransayê anî ziman.

 

Serokwezîrê Rûsyayê Dîmîtrî Medvedev jî derbarê êrîşê de peyamek weşand û êrîş şermezar kir. Medvedev got:

 

“Divê li hember terorîzmê Asya û Ewropa yekgirtî bin. Terorîst tenê ji zimanê hêz û tundiyê fam dikin. Divê li gel wan bi vî zimanî biaxivin.”

 

Serokê Konseya Ewropayê Donald Tusk, Serokê Komîsyona Ewropayê Jean-Claude Juncker, bi yepamên cûda hevxemiya xwe ji bo gelê Fransayê anîn ziman û gotin ku ew ê li hember hemû êrîşên terorîstî yekgirtî bin û piştgiriya hev bikin.

 

 

 

 

 

Namzeta Demokratan ji bo hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê Hillary Clinton, namzetê Komarîxwazan Donalt Trump, bi peyamên xwe êrîş şermezar kirin û daxwaza sersaxiyê kirin.  

 

 

 

 

 

Rawêjkara Almanyayê Angela Merkel û Serokê Çînê Xi Jinping, Serokê Koreya Başûr Park Geun-hye, Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau, Serokwezîrê Belçîkayê Charles Michel, Serokwezîra Avustûralyayê Julia Clark jî bi peyamên cûda êrîşa li Niceyê şermezar kirin.

 

 

 

 

Navdarên weke Paulo Coelho û Lady Gaga jî li ser navnîşanên xwe yên Twîtterê peyamên şermezarkirina êrîşê weşandin.

 

Herwiha Polîsên Inerpolê jî bi peyamekê pitgiriya xwe ji bo hêzên ewlekariya Fransyê ragihand.


 

 

Herwiha li seranserê cîhanê bi sedhezaran kesan li ser torên civakî yên Facebook û Twîtterê peyamên şermezarkirina êrîşê belav kirin û hevxwemiya xwe ji bo gelê Fransayê anîn ziman. 

 

 

 

 


Herwiha li seranserê cîhanê bi sedhezaran kesan li ser torên civakî yên Facebook û Twîtterê peyamên şermezarkirina êrîşê belav kirin û hevxwemiya xwe ji bo gelê Fransayê anîn ziman. 
Herwiha li seranserê cîhanê bi sedhezaran kesan li ser torên civakî yên Facebook û Twîtterê peyamên şermezarkirina êrîşê belav kirin û hevxwemiya xwe ji bo gelê Fransayê anîn ziman. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst