2 ciwanên Kurd li Almanyayê winda ne: 5 roj çêbûn!

15-06-2024
Hêmin Ebdullah
2 ciwanên Kurd li Almanyayê winda ne / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
2 ciwanên Kurd li Almanyayê winda ne / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Ciwan Kurd Almanya Winda
A+ A-

Almanya (Rûdaw) - Ev 5 roj in 2 ciwanên Kurd li bajarê Bielefeldê yê Almanyayê serwinda ne.

Her du ciwanên 15 û 16 salî piştî ku ji dibistanê derketine neçûne mala xwe û ev 5 roj in ku winda ne.

Behzad Mirad Îlyasê 15 salî û Rezvan Welîd Şêx Siloyê 16 salî herî dawî roja duşemê ji dibistanê derketine û venegeriyane.

Li gorî şahidekî, wê rojê di trênekê de hatine dîtin ku ber bi bajarê Aachenê yê Almanyayê li ser sînorê Holenda û Belçîkayê ve çûye.

Diyar Xêroyê apê Behzad li ser navê her du malbatan ev agahî ji Bernameya Diyasporayê re piştrast kir.

Xêro ragihand ku wan pêwendî bi balyozxaneya Îraqê re kiriye da ku ew jî bi rêya Interpolê hewldanên dîtina wan her du xortan ên li qada navneteweyî jî zêde bikin.

Bi gotina Diyar Xêro, ti pirsgirêkên her du ciwanan ên malbatî tune bûn.

Mafê Bahzad hebû ku li Almanyayê bimîne lê yê Rezvan nebû.

Her kesê ku wan her du ciwanan li Almanya yan li her dereke Ewropayê yan cîhanê bibîne, dikare têkiliyê bi hêla germ a Diyasporayê re bike, ku li ser ekrana Rûdawê tê dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst