Li Yunanistanê ji ber niqûmbûna belemekê 80 koçberan canê xwe ji dest dan

15-06-2023
RÛDAW
Koçberên ku hatine rizgarkirin
Koçberên ku hatine rizgarkirin
Nîşan Yunanistan Keştiya Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li perava Kalamata ya Yunanistanê di bûyereke binavbûna belemeke koçberan de heta niha 80 koçberan canê xwe ji dest dane û 104 kes hatine rizgarkirin.

Hejmarek koçber li girava Kalamata li başûrê Yunanistanê yên bi şans in, dema belema wan li avên navdewletî yên Yunanistanê niqûm bû ew rizgar bûne.

Berpirsa Beşê Hawarçûnê li Komisyona Bilind a Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarê Koçberan Erasmia Roumana anî ziman, “Li vir li Kalamata, me 104 koçberên ku anîne nexweşxaneyê dîtin, hinek li vir mane û rêxistin alîkariya wan dikin. Di rewşeke xirab de ne û hinek ji wan di warê derûnî de têk çûne û hinek ji wan jî şok bûne. Bo wê nîgeraniya me ya herî mezin niha ew e ku alîkariya van kesan bê kirin heta ku digihêjin kesûkarên xwe û ew dixwazin malbatên xwe agahdar bikin ku di rewşeke baş de ne.”

Li gor amarên fermî yên Rêxistina Koçê ya Navdewletî ji sala 2014an ve 29 hezar û 724 koçber bi rêya deryayê bo bigihêjin welatên Ewropayê canê xwe ji dest dane yan jî wenda bûne. Ev di demekê de ye, tenê di nava 5 mehên yekem ên îsal de hezar û 257 koçberan canê xwe ji dest dane yan jî wenda bûne. Di heman demê de zêdetirî 77 hezar koçberan bi rêya deryayê berê xwe dane Ewropayê. Di 10 salên derbasbûyî de, sala 2016an xirabtirîn sal bûye ji bo koçberan ku di wê salê de zêdetirî 3 hezar û 300 koçberan canê xwe ji dest dabûn.

Koçberên rizgarbûyî gotine ku nêzîkî 700 koçber di wê belemê de hebûne û piraniya wan jî temenê wan derdora 20 salî bûne û ji Lîbya ber bi Îtalyayê ve bi rêketibûn lê 80 kîlometreyan dûrî girava Pilos a Yunanistanê di makîneya belemê de pirsgirêkeke teknîkî çêbûye.

Endamê Parlementoya Yunanistanê Pavlos Marinakis got, “Ya ku niha giring e çiqas ji destê me bê em bikarin zêdetir kesan rizgar bikin, di vê bûyera karesatbar de. Em li virin bo zanyariyên zêdetir kombikin û hikûmetê gelek gav avêtine, xwebexşan û deshilatdarên xwecihî jî gelek alîkarî kirine bo em bikarin gelek kesan rizgar bikin.”

Koçberên rizgarbûyî dibêjin belema wan dinava 20 deqeyan de binav bûye. Ligor berpirsên tendirustiya Yunanîstanê heta niha 80 koçberan canê xwe ji dest dane û 104 jî hatine rizgarkirin û yên din jî heta niha windane û piraniya koçberan jî xelkê Sûriye, Misir û Pakîstan bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst