Antonio Guterres: Bêyî beşdariya hemû aliyên Sûriyê alozî çareser nabe

15-06-2023
Hisên Omer
Antonio Guterres: Bêyî beşdariya hemû aliyên Sûriyê alozî çareser nabe
Antonio Guterres: Bêyî beşdariya hemû aliyên Sûriyê alozî çareser nabe
Nîşan Antonio Guterres Sûriye Kongreya Brukselê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di Kongreya Brukselê ya ji bo piştevaniya Sûriyê de, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got, bêyî beşdariya hemû Sûriyan, ti çareseriyên demdirêj nayên dîtin. Rêveberê cîbicîkar ê Saziya Hevdestî ji bo Piştevaniya Qurbaniyan Îzedîn Salih ku li kongreyê beşdar bû, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa lawaziya beşdarbûna Rojavayê Kurdistanê kir.

Heftemîn Kongreya Brukselê ji bo piştevaniya siberoja Sûriyê û welatên navçeyê ku penaberên Sûrî li wan niştecî ne, hat kirin.

Roja pêncşemê, 15ê hezîranê, duyemîn roja kongreyê li ser asta wezîrên derve û nûnerên welatên beşdar bûye.

Di gotinekê de li pêş kongreyê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got, ti çareseriyên demdirêj nayên dîtin bêyî beşdarbûna hemû Sûriyan.

Sekreterê Giştî yê (NY) Antonio Guterres anî ziman, “Divê em bigihêjin danûstanidinin giştgîr û bawrpêkirî li ser bingeha biryara 2254. Rêyeke kurt ji bo dîtina çareseriyeke siyasî nîne. Û tu çareseriyên demdirêj nayên dîtin bêyî beşdarbûna hemû Sûriyan. Neteweyên Yekbûyî dê hemû hewlên xwe bide ji bo bêkînana van armancan û pabendbûna me li hember gelê Sûriyê dê sist nebe.”

Di yekem roja de, hejmareke kêm ji rêxistin, sazî û komeleyên civaka sivîl ên Rojavayê Kurdistanê beşdar bûn. Di demekê de ku nûneratiya aliyên siyasî ya Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê di kongreyê de tune bû.

Rêveberê cîbicîkar ê Saziya Hevdestî ji bo Piştevaniya Qurbaniyan Îzedîn Salih ku li kongreyê beşdar bû, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa lawaziya beşdarbûna Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê kir.

Rêveberê cîbicîkar ê Saziya Hevdestî Îzedîn Salih got, “Di Kongreya Brukselê ya 7an de jî me bal kişand ser beşdariya Kurdan di proseya siyasî Sûriyê de. Me xwest ku nûnerên civakên Rojavayê Kurdistanê û ji Kurdan di Komîteya Destûrê ya ji bo Sûriyê de beşdar bibin lê mixabin îsal careke din nûnerên Kurdan an jî nûnerên Rojavayê Kurdistanê gelekî kêm bûn, ji ber ku alîkariya lojîstîk ji bo wergirtina vîzeyê ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve an jî ji aliyê Belcîkayê ve baş bi wan re nehat kirin. Ji ber vê jî di nav hejmara giştî de ya nûnerên Kurdan, yên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê gelekî kêm bûn.”

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell ragihand ku welatên Yekîtiyê dê di sala 2023an de 660 milyon Euro ji bo piştevaniya Sûriyê pêşkêş bike.

Borrell got jî divê hemû hewl bên dayin ji bo dîtina çareseriyekê ji kirîza Sûriyê re.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst