Gera 18an a civînên Astana îro dest pê dike

15-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi beşdariya her sê welatên garantor Îran, Rûsya û Tirkiyê, û şandên opozisyon û hikûmeta Sûriyê, îro gereke din a civînên Astanayê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê dest pê dike.

Wezareta Derve ya Kazaxistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku gera 18an ji civînên danûstandinên Astana, rojên 15 û 16 vê meha Hezîranê li paytexta Kazaxistanê bajarê Nûr Sultan tê sazkirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Kazaxistanê, tê çaverêkirin di vê gera 18an de, hejmarek ji mijaran weke çareseriya siyasî li Sûriyê, hewlên bicihkirina aramiya herdemî li Sûriyê, parastina agirbestê, rûbirûbûna terorê, alîkariyên mirovî û vegera koçberên Sûrî bo cih û warên xwe bêne gotûbêjkirin.

Danûstandinên Astana, bi serperiştiya hersê welatên garantor, Tirkiye, Rûsya û Îranê têne birêvebirin, bi mebesta dîtina çareyeke siyasî ji bo rewşa Sûriyê.

Heta niha 17 gerên wan danûstandinan hatine lidarxistin, ku 8 gerên destpêkê di sala 2017ê de, 3 gerên 9,10 û 11 di sala 2018an de, 3 gerên 12,13 û 14 di sala 2019an de û 3 gerên 15,16 û 17 di sala 2021an de bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst