Encamên destpêkê yên hilbijartina parlamentoya Nordrhein-Westfalen

15-05-2022
RÛDAW
Nîşan Nordrhein-Westfalen Almanya Hilbijartinên Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encamên destpêkê yên hilbijartina parlementoya herêma Nordrhein-Westfalen a Almanyayê hatin ragihandin û Partiya Krîstyan Demokrat li pêş e û piraniya dengan bidestxistiye

Îro Yekşemê 15ê Gulana 2022yan li Herêma Nordrhein-Westfalen a Almanyayê hilbijartinên parlamentoyê hatin lidarxistin û xelk çûne ser sindoqên dengdanê.

Êvara îro Encamên destpêkê yên nefermî yên hilbijartina parlementoya  herêma Nordrhein-Westfalen a Almanyayê hatin ragihandin û Partiya Krîstyan Demokrat (CDU) li pêş e û piraniya dengan bidestxistiye.

Li gor encamên destpêkê, dengên sê partiyên yekem bi vî awayî ye:

Partiya Krîstyan Demokrat (CDU): %35 ji dengan

Partiya Sosyal Demokrat (SPD): %27.9 ji dengan

Partiya Kesk (Grune): %18.5% ji dengan

Herwiha di hilbijartinan de, Partiya Alternatîv bo Almanya (AfD): %6 ji dengan, Partiya Demokratên Azad (FDP) %5 ji dengan, Partiya Çepgir (Linke) %2.1 ji dengan û aliyên din jî %5.9 dengan bidestxistine.

Hilbijartinên herêma Nordrhein-Westfalen ji bo Kurdan jî girîng in, ji ber ku amarên nefermî dibêjin, nêzî yek milyon Kurd li wê herêrmê dijîn.

Di hilbijartinên îro de 3 berbijêrên diyar ên Kurd jî beşdar bûn ku eger heye di hilbijartinan de serkevin, lê heta niha ti amareke dengên wan nehatiye zanîn.

Li bajarê Bochumê Serdar Yuksel, li bajarê Bielefeldê Nesrettin Akay ji Partiya Sosyal Demokrat û li bajarê Kolnê jî Berîvan Aymaz ji Partiya Keskan berbijêr in.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst