Parlamenterê CDU Schmitz: Pêşengiya me ewlehî, perwerde û tendirustî ye

15-05-2022
RÛDAW
Parlamenterê CDU Marco Schmitz
Parlamenterê CDU Marco Schmitz
Nîşan Swêd Ann Linde PKK YPG Rojava Nordrhein-Westfalen Almanya Hilbijartin Kurd Marco Schmitz
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Parlamenterê partiya Yekîtiya Demokrat a Krîstiyan (CDU) ê herêma Nordrhein-Westfalen Marco Schmitz got ku wek partî sê pêşengiyên wan ên sereke hene, lê bernameyên wan berfirehtir in.

Îro li Almanyayê gel ji bo hilbijartinên parlamentoya eyaleta Nordrhein-Westfalen (NRW) çûne ser sindoqan. Hilbijartinên li eyaleta ku bi qasî milyonek Kurd lê dijîn wekî "hilbijartinên giştî yên biçûk" jî tê binavkirin.

Parlamenterê partiya Yekîtiya Demokrat a Krîstiyan (CDU) ê herêma Nordrhein-Westfalen Marco Schmitz di derbarê hilbijartinên herêmêde bersiva pirsên peyamnera Rûdawê Ala Şalî da û got “Di bernameya me ya hilbijartinê ya li vê herêmê de sê pêşengiyên me yên girîng hene. Ya yekem ewlehî, ya duyem perwerdehî, ya sêyem jî polîtîkayên tendirustiyê. Armanca me ya sereke ev sê xal in, lê bernameya me pir fireh e û Gelek mijarên din jî hene ku em dixwazin li vê herêmê ku em bi serkeftî li ser wan di pênc salên dawî de kar kirine û niha em dixwazin berdewam bikin hene.”

Li ser pirsa dê çewa li Nordrhein-Westfalen li dijî tundrewiyê têkoşîn bikin Schmitz wiha bersiv da “Li gorî min divê em ji nêzîk ve li pirsgirêka tundutîjiyê ya li vê herêmê binerin. Li aliyekî pirsgirêka me bi rastgirên tund re heye, di heman demê de pirsgirêka me ya mezhebî jî heye. Lê wezîrekî me yê navxwe yê navdar heye. Piştgiriya hêzên polîs dike. Wek mînak dema me hikûmetê wergirt, di nava du salan de me 2 hezar polîs zêde kir, niha em dixwazin hîn zêdetir bikin. Ji bo me girîng e ku mirov li kolanan ewlehiyê bibînin.”

Marco Schmîtz destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên herî girîng ên herêmê perwerde ye û wiha berdewam kir “Bi rastî, me dît ku di serdema coronavirusê de perwerdehç mijareke pir pir girîng e. Divê dibistan bên dîjîtalîzekirin. Armanca partiya me ew e ku li hemû dibistanan tora fiber optîk ava bike lê ya herî girîng em dixwazin 10 hezar mamoste li dibistanan îstîhdam bikin.”

Schmitz diyar kir ku Nordrhein-Westfalen herêmeke pîşesaziyê ye, û ew dixwazin ji bo pêşîgirtina li guherîna keşûhewayê bixebitin û ew ê bi "Qanûna Parastina Jîngehê" parastina xwezayê bikin.

Schmitz diyar kir ku ew dixwazin hilberîna elektrîkê ya li ser komirê bi dawî bikin û nûjeniyê teşwîq bikin û got “Divê em di vî warî de ji cîhanê re bibin mînak, kompantayên me yên jêhatî hene ku li ser vê mijarê lêkolînan dikin da ku ramanan pêş bixin. Em dikarin bi ramanan pereyan qezenc bikin û li cîhanê bibin mînak da ku em bikarin parastina jîngehê pêş bixin û karan biafirînin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst