Rûsyayê bajarê Bakhmut a Donbasê dorpêç kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê Bakhmut a li rojhilatê Ukraynayê, niha yek ji armanca sereke ya Artêşa Rûsyayê û hêzên ser bi wê ye li qada şer.

Welatiyê Bakhmutê Îhor Koznetsov dibêje, "Em her roj dengê teqînan dibihîzin. Rûsya rojê bi dehan caran vê derê bi mûşekan dike armanc. Em di tirsa zarokên xwe de ne."

Artêşa Rûsyayê ji sê aliyan ve kêmî 25 kîlometreyan dûrî Bakhmutê ye, welatî dizanin ku Artêşa Rûsyayê roj bi roj nêzîktir dibe û tirsa wan ew e ku bigihêne nav bajêr.

Berpirsê Lijneya Belavkirina Alîkariyan li Bakhmutê Valery got, "Ez ji hatina Rûsan û kuştina sivîlên bêguneh fêm nakim. Ew dibêjin em birayên hev in, nexwe çima tên û me dikujin?"

Nêzîkî sê mehan piştî destpêkirina şer, ji 80,000 şêniyên Bakhmutê tenê ji 20,000 kes mane.

Valery anî ziman, "Jiyan guherî. Em nizanin sibê dê çi were serê me. Dibe ku mûşekeke Rûsyayê ji nişka ve me bikuje. Gelek kes ji vir derketine, hin hatine kuştin, hin jî koçber bûne. Pirsgirêka kêmiya xurekê jî heye, bi hêsanî xwarin bi dest nakeve."

Rayedarên Ukraynayê dibêjin ev sê roj in topbarana ser Bakhmutê ewqasî zêde bûye ku kes nikare ji bajêr derkeve.