Çavuşoglu: Swêd û Finlanda piştgiriya PKKê dikin

15-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku ku li NATOyê welatekî ku dê bibe endam divê piştgiriyê nede YPG/PKKê û got: “Ev herdu welat (Swêd û Fînlanda) bi awayekî eşkere piştgiriyê didin PKK û YPGê.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu berî Civîna Nefermî ya Wezîrên Derve yên NATOyê ya ku li Berlînê, daxuyanî dan rojnamevanan. 

Mevlut Çavuşoglu ragihand ku dê bi hemtayên xwe yên Fînlanda û Swêdî re hevdîtinê bike û got ku di mijara endamtiya NATOyê de sedema helwesta Tirkiyeyê gelekî zelal e û wiha axivî: "NATO yekîtiyek e, rêxistineke navneteweyî nîne. NATO wekî navê xwe hevpeymanek e. Ev çi bi xwe re tîne, çi hewce dike? Ev tenê mijara ewlehiyê nîne, piştevaniya mil bi mil pêwist dike. Di her qadê de. Bi taybetî jî dema ku di mijara ewlehiyê de gefeke hebe."

Çavuşoglu îdia kir ku Swêd û Fînlandiya bi awayekî gelekî eşkere piştgiriyê didin PKK/YPGyê û got ku "Ev jî bandoreke neyinî li ser hîsîyata gelê me dike, li ber çavê me digel hemû hişyariyên me. Ji ber vê jî welatekî ku dê bibe endam bi awayekî eşkere ji PKK/YPGyê re piştgiriyê dikin."

Çavuşoglu got ku "Herwiha ji ber têkoşîna me ya dijî PKKê ji bo me gelek sînordarkirin hatin anîn. Em dê van hemûyan helbet bi wan ra û hevalbendên xwe yên din re jî biaxivin."

Wezîrê Derve yê Tirkiyê destnîşan kir ku Tirkiye ji serî de piştgiriyê dide polîtîkaya zêdebûna endamên NATOyê û bi bîr xist ku pêştir gelek endamên NATOyê ligel ku hin endam dijî endamtiya wan bûn jî Tirkiyeyê piştgiriî da endamtiya wan. 

Çavuşoglu got ku "Ev herdu welat bi awayekî eşkere piştgiriyê didin PKK û YPGyê. Ev wekî duh her roj êrîşan dikin. Ji ber vê yekê beşeke mezin a gelê Tirk dijî endamtiya van welatan e. Ji ber ku ev welatên wisa ne ku piştgiriyê didin PKK û YPGê.Ji me dixwazin ku em pêşî li ber endamtiya van welatan bigirin. Em divê bi hevalbendên xwe yên NATOyê û bi van welatan re van mijaran biaxivin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst