Navenda Nûçeyan – Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel ragihand, divê ew li alternatîva baregeha Încîrlîkê bigerin. Urdin dibe ku ji baregeha Încîrlîkê re bibe alternatîv.
Piştî ku Tirkiyê nehişte parlementerên Almanyayê li baregeha Încîrlîkê herin serdana leşkerên xwe, ji Almanyayê bertek hat.
Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel li gel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron hevdîtinek pêk anî û piştî hevdîtinê konferanseke rojnamevaniyê li dar xist.
Di konferansê de Merkel diyar kir: “Divê em li alternatîva baregeha Încîrlîkê bigerin. Urdin dibe ku ji baregeha Încîrlîkê re bibe alternatîv.”
Îro beriya Merkel, berdevkê hikûmeta Almanyayê Steffen Seibert jî li ser mijara nehiştina serdana parlementeran bo leşkerên wî welatî yên li Încîrlîkê bertek nîşan dabû û gotibû: “Ev nayê qebûlkirin.”
Herwiha diyar kiribû, ku Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel, vê mijarê li gel hevpeyamanên NATOyê dê biaxive.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse