Hewlêr (Rûdaw) - Antonio Guterres di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de axivî û diyar kir ku rageşiya li Rojhilata Navîn ji bo cihanê metirsî ye.
Îro Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser rojeva êrîşa Îranê ya li xaka Îsraîlê civiya.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres jî li civîna konseyê li ser aloziyên Îran û Îsraîlê axivî.
Antonio Guterres ji bo berpirsiyariyê wergirin bang li Îsraîlê û Îranê kir û da zanîn ku zêdebûna rageşiyê ya li Rojhilata Navîn ji bo herêmê û cihanê dibe metirsî.
“Em êrişan şermezar dikin”
Antonio Guterres amaje bi şerê Xezeyê jî kir û wiha got:
“Niha dema wê yekê ye ku hemû alî berpirsiyariyê wergirin û rageşiyê kêm bikin.
Em êrişa Îranê ya li ser Îsraîlê şermezar dikin.
Me roja ku Îsraîlê êrişî Konsulxaneya Sûriyeyê kiribû, di heman rojê de ew êriş jî şermezar kiribû.
Divê hemû alî xwe ji wan pêngavan dûr bigirin ku rê li ber çeperên şer vedikin.
Li Xezeyê rewş her ku diçe xirabtir dibe. Divê li Xezeyê bi lez agirbestek were ragihandin.
Dîlên şer ên Xezeyê jî divê bên azadkirin û ji bo alîkariya mirovî bigihê Xezeyê hemû alî berpirsiyariyê wergirin.”
Çi bûbû?
Îsraîlê 1ê Nîsanê êrişî avahiya Konsulxaneya Îranê ya Şamê kiribû.
Di êrişê de ji Supaya Pasdaran a Îranê 2 jê general bi giştî 7 kes hatibûn kuştin.
Îranê ragihandibû ku êrişa li Konsulxaneya Îranê ya Şamê tê wateya êrişkirina ser axa wan û ew dê bersivê bidin.
Îsraîlê jî diyar kiribû ku ew jî dê bersiva êrişa Îranê bide.
Îranê pêr bi sedan dronên kamîkaze, mûşekên balîstîk û krûz êrişî Îsraîlê kir.
Îranê ragihand ku li hin hedefên leşkerî hatiye xistin.
Îsraîlê jî ragihand ku piraniya êrişan bi sîstema parastina asmanî hatine astengkirin lê mûşekek li baregeheke leşkerî ketiye.
Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya, Erebistana Siûdî, Urdin û Yekîtiya Ewropayê êrişa Îranê ya li ser Îsraîlê şermezar kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse