Li Sûdanê şer di navbera artêşê û Hêza Piştgiriya Bilez de derket

15-04-2023
RÛDAW
Nîşan Sûdan Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûdan a rojhilatê Afrîkayê di navbera artêş û Hêza Piştgiriya Bilez (RSF) de ku weke "artêşa paralel" tê binavkirin, li gelek bajaran ku paytext Xertûm jî di nav de ye şer û pevçûn diqewimin. Artêşa Sûdanê, Hêza Piştgiriya Bilez (RSF) wek “hêza serhildêr” ragihand.

Ji danê sibehê ve li gelek bajarên Sûdanê dengên çekan tên bihîstin, Hêza Piştgiriya Bilez (RSF) ragihand ku Artêşa Sûdanê li paytext Xertûmê li dijî navenda wan êrîşeke berfireh pêk aniye.

Piştî şer û pevçûnên danê sibehê, firokeyên şer hin xalên li paytext Xertûmê bombebaran kirin. Firokeyên şer li cihên ku şerên dijwar diqewime li nêzî cihên wek firokexane, Koşka Serokkomariyê û Serfermandariya Giştî firiyan.

Firokeyên hin xalên ku artêş û Hêza Piştgiriya Bilez (RSF) bi hev ketine bombebaran kirin.

Artêşa Sûdanê anî ziman, “Hêzên me yên esmanî ji bo bidawîkirina kiryarên bêberpirsiyar ên milîsên Piştgiriya Bilez ên serhildêr operasyonên bi encamder pêk tîne.”

Li aliyê din, Hêza Piştgiriya Bilez (RSF) ku li gelek deverên Xertûmê bi cih bûne, bi çekên doçka bersiva firokeyan da.

Piştî ku Hêza Piştgiriya Bilez (RSF) ragihand ku paytext Xertûm û firokexaneyên hin bajaran bi dest xistine, artêşa Sûdanê jî ragihand ku hemû baregeh û firokexane di bin kontrola wan de ye.

Artêşa Sûdanê ragihand ku Hêza Piştgiriya Bilez (RSF) ku ji demjimêrên sibehê ve bi wan re di nava pevçûnan de ye, veguheriye "hêzeke serhildêr" ku gefê li dewlet û ewlehiya neteweyî dixwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst