Li Brîtanyayê 5 sal ceza li qaçaxçiyê Kurd hat birrîn

15-04-2023
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Qaçaxçiyê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyê Kurd ê bi navê Piştîwan Xefûr ê 37 salî ji ber qaçaxçitiya koçberan 5 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Piştîwan Xefûr ku niştecihê bajar Middlesbroughê yê Brîtanyayê ye bi endambûna tora qaçaxciyan a ku koçberan ji Fransa û welatên din ên Ewropayê ber bi Brîtanyayê ve dişîne, tê tawanbarkirin.

Serokê girûpê Goran Celal, 37 salî, ji Bradfordê, ji aliyê Ajansa Tawanan a Neteweyî ve tê xwestin ku piştî girtina xwe reviya.

Kamaran Qadir ê 44 salî ji Bradfordê; Merîwan Mistefa ê 33 salî ji Halifaxê; û Cemal Seîd ê 38 salî ji Manchesterê û Hêmin Salihê 37 salî yê Manchesterê ku ew jî reviyaye, tê çaverêkirin ji ber beşdariya wan di torê de bên cezakirin.

Tora qaçaxciyê piştî 4 salan ji lêpirsînê, di Adara 2019'an de ji aliyê Daîreya Lêkolîna Cezaya Neteweyî ya Brîtanyayê ve hate eşkerekirin piştî ku wê mehê şofêrê torê girt.

Şofêr zilamekî Romanî yê bi navê Marinel Danut Palage ê 31 salî ye. Roja Pêncşemê 9 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Şofêrê barhilgirê Marinel Danut Palage koçberan bi awayekî ne qanûnî ji Fransayê biriye Brîtanyayê.

Dadgeha Bournemouth Crown a Brîtanyayê da zanîn ku operasyona herî kêm sê caran hat kirin, bi qasî 10 heta 12 kesan bi awayekî neqanûnî anîne Brîtanyayê.

Di dema desteserkirina Şofêr de di barhilgirê de 43 hezar Pound û bi nirxê 7 hezar poundî euro û pound hatin dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst