Amerîka: DAIŞ û grûpên ser bi Tirkiyê Kurdan dikin armanc

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Amerîkayê rapora xwe ya mafên mirovan a 2021ê ya di derbarê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de belav kir. Di raporê de hat ragihandin ku DAIŞ û grûpên ser bi Tirkiyê Kurdan dikin armanc.

Rapora Wezareta Derve ya Amerîka ya Mafên Mirovan a 2021ê hat belav kirin û tê de behsa rewşa li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dike, dibêje grupên çekdar ser bi Tirkiyê ve  di îşkencekirin û revandina Kurdan de berdewam e.

Herwiha di raporê de hat diyarkirin ku Hikûmeta Sûriyê û DAIŞ bi berdewamî welatiyên Kurd dikin armanc.

Di beşeke din a raporê de hat desnîşankirin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kesan ku rexne lê digrin tên girtin.

Naveroka Wezareta Derve ya Amerîkiya wiha ye:

Hikûmeta Sûriyê

  • Hikûmeta Beşar Esed û grûpên çekdar ser bi Tirkiyê ve û DAIŞ welatiyên Kurd Armanc kirine.
  • Hizba Beis û Elewiyan hersê desthilatên Sûriyê, Artêş û dezgehên istixbaratê control kirine.
  • Ti nûnerêkî Kurdan li Parlemna Sûriyê nine û ji aliyê Beis ve hatiye kontrolkirin.
  • Rejîma Sûriyê berdewam e li ser sînordarkirina bikaranîna zimanê kurdî û belavkirin û çapkirina bi Kurdî.
  • Kurd çi yên xwedî nasname yan jî ewê ku nine, rûbirûyî cudakarî û serkutkirina fermî û civakî dibin.
  • Hikûmet, opozisyon û DAIŞ berdewam bûn li ser girtin, îşkencekirin û kuştina Kurdan.
  • Grûpên ser bi hikûmeta demkî ku Tirkiyê piştevaniya wê dike, dest bi girtin, lêdan û revandina jinên Kurd li Efrîn û Serê Kaniyê kiriye.
  • Hejmareke zêde ya Kurdên Sûriyê bê nasname ne û zarokên wan nikarin bawernameyên dibistan, zanîngehan bidest bixin û nayên damezrandin.

Grûpên Çekdar

  • Ti sînorekî diyarkirî ji bo hêzên cuda nine û bi awyaekî bêserûber destwerdanê li Karûbarê serbazî de dikin.
  • Şam, Opozisyon û DAIŞ dijayetiya Kurdan dikin.
  • Grûpên ser bi Tirkiyê ve, 237 kes girtine, 133 kes heya niha winda ne, di nava wan de jin û zarok hene.
  • Grûpên çekdar kesên kudi saziyên Rêveberiya Xweser de kar kiribin yan jî peywendî bi HSD re hebin, digirin.
  • Hikûmeta demkî Lêkolîn li tawanên dizîna otombîlan û heya kuştina welatiyan nekiriye.
  • Sîstema dadwerî ya hikûmeta demkî ji aliyê Tirkiyê ve tê destnîşankirin û mûçeyên wan jî bi lîreya Tirkî ye.
  • Çekdarên ser bi Tirkiyî gefa stendina bac li xelkê Efrîn û Serê Kaniyê dikin, xelkê direvênin û îşkence dikin.
  • Belge hene ku grûpên ser bi Tirkiyê binpêkirinên dijî mafên mirov weke destdirêjiya seksî û corên din encam dane û ev tawanên şer in.
  • Jinên Êzdî û Kurd, li cem hikûmeta demkî sivkatî bi awayekî herî xirab tê kirin.
  • Grûpên çekdar av li ser Heseke qut kirine

HSD

Li aliyê di di rapora Wezareta Derve ya Amerîkiya de hat ragihandin ku HSDê çalakvan û karmendan rêkxistinên ne hikûmî û kesên din ên ku rexneyan lê digirtin, tên desteserkirin.