ALMANYA - Li hemberî berpirsekî TKP/ML doz hat vekirin

15-04-2016
RÛDAW
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Dozgeriya bajarê Munchenê li hemberî endamekî partiya çekgir ya tirk TKP/ML doz vekir. Mehmet Y. yê 52 salî yê hemwelatiyê Tirkiyê tê tomatbarkirin ku endamê TKP/ML -ya ku li Almanyayê weke “rêxistineke terorîst” tê hejmartin - be.

Mehmet Y. tê tometbarkirn ku ji sala 2012 heta 2014ê endamê rêveberiya baskê Ewropayê yê TKP/ML bûye, çalakiyê propagandayê yê wê partiyê rêxistine, endamên nû peyda kirine û alîkarî kom kirine.

Mehmet Y. herwiha tê tometbarkirin ku berpirsê Swîsreyê yê TKP/ML bûye.

Mehmet Y. beriya salekê – li ser daxwaza Almanyayê - li Swîsreyê hatibû girtin û di Adara îsal de teslîmî Almanyayê hatibû kirin. Ji wê demê ve ew di girtîgehê de ye û li benda doza xwe ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst