Kurdên Azerbaycanê Rûdawê weke çavê xwe dibînin

Bakû (Rûdaw) - Kurdên Azerbaycanê Rûdawê weke çavê xwe dibînin.

Piştî derketina şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de û kuştina serbazek kurd yê ser bi laçînê ve, tîma Rûdawê ya Moskowê çû nava kurdên li Azerbaycanê û rewşa wan romal kir.

Kurdên li Azerbaycanê kêfxweşya xwe bi serdana Rûdawê nîşan dan û dibêjn Rûdaw yekem televîzyona Kurdî ye ku diçe nav Kurdên Azerbeycanê.