Dadgeha Ewropayê dîsa ji ber mafên kurdan Tirkiye mehkûm kir

Strasburg (Rûdaw) - Dadgeha Mafê Mirov a Ewropayê (DMME) derbarê doza 6 gundiyên ku di 1993’an de li gundê Bêspin ê Sîlopiyê ji aliyê fermandeyekî artêşa Tirkiyê yê bi navê Mete Sayar û leşkeran ve bi îşkenceyê hatibûn qetilkirin, Tirkiye bi dayîna 265 hezar euro tazmînat mehkûm kir.

DMMEê serlêdana derbarê bûyera şewitandina gundê Selçîk û koçberkirkirina gundiyan ya piştî pevçûnên li dora qereqola Bêspinê ku di 13-14’ê Hezîrana 1993’an de di navbera gerîlayên PKKê û artêşa tirk de pêk hatibû, biryara xwe da.

Derbarê vê dozê de du serlêdan hatibû kirin. Bi giştî 18 kesî ji bo gilîkirina Tirkiyê serlêdan kir. serlêdana yekem di 28’ê Çileya 2006’an de ji aliyê Mevlude Culaz, Kazım Culaz, Mahmut Culaz, Haşim Culaz, Selahattin Culaz, Fatma Ozdemir, Ayfel Ozdemir, İsmail Ozdemir, Halil Ozdemir, Mahmut Ozdemir, Zeynep Demîrhan, Yusuf Demîrhan, Fatma Akil, Taybet Akil, Sariye Akil, Peyruze Akil û Yasin Akil ve hat kirin û ya duyemîn jî di 15’ê Nîsana 2010’an de ji aliyê Lokman Şimşek ve hatkirin.

Serlêdan di çarçoveya xala 34’emîn ya parastina azadiyên bingehîn û mafên mirov a Peymana Mafên Mirov a Ewropayê de hatin kirin. Kesên ku doz vekiribûn ji aliyê parêzer Tahîr Elçî ve hatin temsîlkirin û kesên doz vekirin diyar kirin ku xalên 2,3,5 û 13’an a peymanê hatine binpêkirin.

Dadgehê, Tirkiye mehkûm kir ku 60 hezar euro bidin zarokên  Mevlude Culaz, Kazim Culaz, Mahmut Culaz û Haşim Culaz, Şemdin Culaz, her wiha wiha biryar da ku 5 hezar euro jî bidin birayê Selhattin Culaz, 65 hezar euro bidin hevser û zarokên Fatma Ozdemir, Ayfel Ozdemir, İsmail Ozdemir, Halil Ozdemir, Mahmut Ozdemir û Halit Ozdemir, 65 hezar euro jî bidin hevser û zarokên  Zeynep Demirhan, Yusuf Demirhan û Mehmet Salih Demirhan, 65 hezar euro jî bidin hevser û zarokên Fatma Akil, Taybet Akil, Sariye Akil, Peyruze Akil û Yasin Akil-İbrahim Akil.