ÎTALYA – Ji 1000 koçberî re belgeyên sexte hatine çêkirin

Duh li 06:20
Hêmin Ebdullah
Koçberên li Îtalyayê / Wêne: Ji dîmenan
Koçberên li Îtalyayê / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Îtalya Koçber Belge Sexte
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) – Polîsên Îtalyayê wî welatî ragihand ku 1000 koçber ji aliyê 5 kesan ve hatine xapandin û belgeyên sexte ji wan re hatine çêkirin.

Polîsên herêma Toskanyaya Îtalyayê ragihand ku rewşeke ecêb eşkere kiriye.

Ew jî ew e ku toreke sextekar a 5 kesî ku sê ji wan welatiyên Îtalyayê ne, belgeyên sexte ji 1000 koçberan re çêkirine ku di Toskanyayê re derbas bûne yan jî mane.

Bi vî awayî jî gelek pere ji wan koçberan wergirtine.

Wan ji koçberan re gotiye ku bi van belgeyan dikarin zûtir mafê mayînê wergirin an jî kar bikin.

Ji bo vê yekê jî formên cûrbicûr ên sexte yên şaredariyê ji wan re tijî kirine ku navnîşan û adresên emailê yên şaş û xeyalî li ser bûne.

Koçber hatine xapandin ku xwedêgiravî eger ev belgeyên wan nebin dê pirsgirêkên mezin ên yasayî ji wan re çêbibin lê polîs dibêje ku ti yek ji van belgeyan bi ti awayî ne pêwîst bû.

Tora sextekar ku hatine desterserkirin ji bo her belgeyekê di navbera 150 heta 750 Euroyan ji koçberan standine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst