Kiev (Rûdaw) – Dron karteke gelekî girîng a Ukraynayê ye di şer li hemberî Rûsyyaê de.
Mesrefa her droneke ku tê berhemanîn nêzîkî 300 dolar e.
Bi dîtinê aram e lê di rastiyê de ew mijûlî rahênaneke êrişkariyê dibe.
Vladimir beriya 6 mehan dev ji endazyariya komputerê bû û niha bûye hilberînererkî baş ê dronên êrişkar. Niha jî fêrî çawaniya bikaranîna drona xwe dibe.
Vladimir li ser dronê dibêje, "Ev dron dikare heta 15 kîlometreyan bilind bibe.
Ez dikarim bibêjim ew pir dûr diçe. Eger ez berawirdiyê li gel mûşeka Javelin bikim, Javelin tenê 5 kîlometreyan diçe, bihayê her Javelinekê digihîje 2 hezar dolaran lê mesrefa vê dronê tenê 300 dolar e.
Ev şer zêdetir li ser dronan e, her wiha amûrên kontrolkirî û amûrên ku ji dûr ve tên kontrolkirin, ji ber vê jî endazyarî kakila kar e."
Di destpêka şer de, hêzên Ukraynayê dronên welatên din bi kar dianîn lê piştî salekê şer, bi dehan kompanya bi alîkariya madî ya xelkê dest bi çêkirina dronên navxweyî kirin.
Li vir fewceke taybet a hêzên Ukraynayê rahênan bi wan leşkerên nû re dike ku dixwazin fêrî bikaranîna dronan bibin. Heta niha li vir rahênan bi 2500 kesan re hatiye kirin.
Li Kievê perwerdeya pilotiya dronan tê dayîn
Kristina li Kievê perwerdeya pilotiya dronan distîne û dibêje, "Tecrûbeya min a leşkerî heye û ji bo fêrbûnê hatim vir, ji ber ku mixabin ti ezmûnek min a li ser dronan nebû.
Min serlêdanek pêşkêş kir, wan telefon kir û pêşniyaza kar dan min û gotin em dê hînî te bikin."
Şark jî her wiha dibêje, "Ukrayna welatekî pêşketî ye û bi giştî pêşvebirina dronên bêmirov dike, ji ber vê paşerojeke mezin li benda wê ye.
Lewma dibistana me her tim mezintir dibe û em dixwazin li bajarên cuda jî şaxên nû vekin."
Berevajî dronên êrişker, 40 kîlometre dûrî navendê Kievê, tabûreke taybet 24 demjimêran çavdêriya dronên Rûsyayê dike û wan dixe xwarê.
Li Ukraynayê 5000 komên taybet ên daxistina dronan çalak in.
Leşkerekî Ukraynayî Mikola Miseçoko jî got, "Bi wan çekên biçûk em dronên Şehîd dixin xwarê, li paş ve tu dibînî, ev doçkeya du lûleyî ye. Em jê re dibêjin, 'P T K' ango ev doçkeya Keleşnîkovê ye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse