Konseya Ewropayê derbarê Demîrtaş de biryareke nû da

15-03-2024
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş DMME Konseya Ewropayê Osman Kavala
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê banga demildest berdana Selahattîn Demîrtaş kir û ragihand, “Eger rewşa wî meguhere dê biryareke nû bê wergirtin.”

Civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya nirxandina cîbicînekirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di navbera 12-14ê Adarê de li Strasbourgê hat sazkirin.

Di civînê de biryarên “demildest berdana” siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş û karsaz Osman Kavala û rêkarên binpêkirinê jî hatin nirxandin.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bang kir

Li gorî nûçeya DWyê, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di çarçoveya biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de banga “demildest berdana Selahattin Demirtaş” ku pêştir kiribû dubare kir.

Konseya Ewropayê got, “Eger di rewşa Demirtaş de guherînek çênebe dê di rûniştina Hezîrana 2024an de di wateya hişyariyê de biryareke nû wergire.”

Di civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de biryara demildest berdana Osman Kavala ya ku Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê 10ê Kanûna Paşîna 2019an hatibû ragihandin û 11ê Tîrmeha 2022yan hatibû erêkirin, hat nirxandin.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ragihand, divê ji bo pêvajoya cîbicîkirina biryara berdana Osman Kavala de bi Tirkiyê re diyaloga siyasî û teknîkî berdewam bike.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, derbarê Kavala de jî banga “demildest berdanê” dubare kir lê wekî ku hinek aliyan behs dikir ti biryareke cezakirinê neda.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst