Parlamentoya Brîtanyayê proje-yasaya şandina koçberan pesend kir

15-03-2023
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Brîtanyayê Vegerandina Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî nîqaş û gotûbêjeke zêde, di dawiyê de Parlamentoya Brîtanyayê bi piraniya dengan prose-yasaya şandina koçberên neyasayî pesend kir.

Li gor proje-yasayê, her koçberek bi rêya neyasayî di Kanala Ingilîz re biçe Brîtanyayê, hikûmet dikare bo dema 28 rojan desteser bike, bêyî azadkirina bi kefalet bigre yan dadgeh temaşeyî dosyeya wî bike, piştre dikare vegerîne welatê wî eger asayîş lê hebe yan welatê Rwanda û vegera bo Brîtanyayê jî lê bê qedexekirin.

Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê Suella Braverman got, “Rastî ew e, sîstem ne dadmend e; ne dadmend e bo yên ku bi yasa dileyizin; ne dadmend e bo xelkê Brîtanyayê. Lewra divê yasayê biguherin. Divê beleman rawestînin.”

Gelekî dijayetiya proje-yasayê hat kirin û opozisyonê wek “Koletiya Modern” binav kir. Li gor Partiya Kar, proje-yasa tenê pirsgirêkê girantir dike. Di heman demê de hinek parlamenterên nav Partiya Parêzgaran jî dijayetiya proje-yasayê kirin.

Parlamentera Partiya Parêzgaran Theresa May got, “Brîtanyayê hertim pêşwazî li wan kesan kiriye ku ji ber zilmê reviyane, vêca bi rêya silamet bên an bi rêya neyasayî. Bi wateyeke din, kesek ku metirsî li ser jiyana wî hebe û direve, piraniya deman nikare bi rêya yasayî bê. Bawer nakim têr bike û bibêjin berpirsyariya xwe bi şandina penaxwazan bo Rwandayê cîbicîh dikin.”

Ji destpêka salê ve 3000 koçber bi belemên biçûk di Kanala Ingilîz re derbasî Brîtanyayê bûne. Di 2022an de 45 hezar û 756 koçber derbas bûne û hejmar bo 2021, 28 hezar û 526 koçber bûye. Hejmara wan belemên di 2021an de derbas bûne 1034 bûye, wate her belemek 28 kes tê de bûne. Di 2022an de hejmara beleman bo 1104 bilind bûye, wate her belemek bi giştî 45 kes tê de bûne.

Dengdana bi proje-yasayê di demekê de ye, Hikûmeta Brîtanyayê û Hikûmeta Fransayê jî hevahangiya navbera xwe bo rêgirtin li derbasbûna koçberan bo Brîtanyayê zêde kirine.

Roja Înê, hikûmetên her du welatan rêkeftineke 500 milyon euroyî îmze kirin û li ser wê bingehê jî bi sedan zêrevanên sînor li Kanala Ingilîz dê bên erkdar kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst