Rûsyayê hinardeya genim û şekir qedexe kir

15-03-2022
RÛDAW
Nîşan Rûsya Genim û Şekir qedexekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rusyayê hinardeya genim û şekir bo çend welatan rawestandin û ev yek dê bandorê li Tirkiyê jî bike ku ji sedî 78ê hawirdekirina genimê Tirkiye ji Rusyayê ye.

Rusyayê heta astekî hinardeya genim û şekir bo welatên ku di Yekîtiya Sovyeta berê de bûn rawestand. Lê belê di çarçoveya sîstema kotaya heyî de wê belavkirina lîsansa hinardeya taybet bo bazirganan berdewam bike.

Rûsya welateke ku li cîhanê herî zêde hinardeya genim dike; welatên ku herî zêde ji Rûsyayê genim dikirin jî Tirkiye û Misir in. Hevrikên herî mezin ên Rûsyayê Yekîtiya Ewropa û Ukrayna ne. Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyê meha Çile eşkere kiribû ku Tirkiye ji %78ê genimê xwe ji Rûsyayê hawirde dike.

Serokwezîrê Rûsyayê Mikhail Mishustin, eşkere kir ku wan hinardekirina genim, ce, şekir û garis bo welatên Yekîtiya Aborî ya Avrasya heta 30ê Hezîranê qedexe kiriye. Reuters jî dibêje ev biryara Rûsyayê bo parastina bazara xwe ya navxwe ye li beramberî zextên aborî yên ji derve.

Piştî ku Intextê roja Duşemê eşkere kir ku dê Rûsya hinardekirina genim sinordar bike, li bazarên cîhanê nirxê genim bilind bû. Ji destpêka meha Sibatê ve nirxê genim %23ê bilind bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst