Koşka Spî: Amerîka ne armanca êrîşa Hewlêrê bû

Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî derbarê êrîşa mûşekî ya Îranê bo ser Hewlêrê de ragihand ku Amerîka ne armanca êrîşê bûye.

Roja Duşemê 14ê Adara 2022ê Berdevka Koşka Spî Jen Psaki di civîneke çapemeniyê de got “Washington di wê baweriyê de ye ku ti peywendiya wan tevlîheviyên di çend rojên borî de ji aliyê Îran, Koreya Bakur û Çînê ve zêde bûne, bi êrîşa Rûsyayê ya ser Ukraynayê ve nîne.”

Psaki dibêje, li Hewlêrê ti zerarek negihiştiye ti karmend an tîmekî Amerîkî û wek ew dibêje Amerîka ne armanca êrîşê bûye.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki di axavtina xwe ya di derbarê mijarê de wiha ragihand “Li gor nirxandinên me peywendiya wê bi êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê ve nîne. Eger temaşeyî Îranê bikî, êrîşa mûşekî ya dawiya hefteyê, ti saziyeke Amerîkî nekiriye armanc. Zerar negihiştiye ti karmendekî. Em ne armanca wê êrîşê bûn. Tişta peywendî bi Koreya Bakur ve heye, me bi awayekî şekere çend tişt dîtine û me zanyarî bo raya giştî belav kirine. Di dema îdareya berê de, me bi dehan ceribandinên mûşekî dîtine. Lewra dibêjim em ji wî alî ve nanirxînin.”

Hevdem dema derbarê êrîşa ser Hewlêrê û egera Amerîka armanca serekî ya êrîşê de Berdevkê Pentagonê John Kirby got “Supaya Pasdaran ragihandiye ku wan kî kiriye armanc.”

Çi bûbû?

Roja 13ê vê mehê derdora demjimêr 01.00ê şevê, bi 12 mûşekan êrîş li ser çend deverên Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat kirin û di encamê de 2 kesên sivîl birîndar bûn û gelek zirarên maddî çê bûn.

Supaya Pasdaran a Şoreşa Îslamiya Îranê heman rojê bi daxuyaniyeke fermî berpirsyariya êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê li xwe girt.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku îdiayên “Armancên Îsraîlê hatine lêdan” tenê ji bo “veşartina vê tawana qirêj e.”

Êrîşa ser bajarê Hewlêrê ku cihê sivîl kir armanc, li ser asta navxwe ya Herêma Kurdistanê û Iraqê bi dijwarî hat şermezarkirin.