Hilbijartinên Fransayê li jêr tedbîrên tund birêve diçin

Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartinên xwecihî yên Fransayê li jêr tedbîrên tund ên xweparastina ji Koronayê birêve diçin.

Li jêr tedbîrên dijwar ên xweparastina ji Koronayê, îro hilbijartinên xwecihî yên Fransayê li 35 hezar bajar, bajarok û gundan birêve diçin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron, roja Pêncşemê 12ê Adarê, ji ber belavbûna Koronayê girtina dibistan, kolej û zanîngehan ragihand, lê tekez kir ku vîrûsa Koronayê nabe sedema hilweşandin an jî paşxistina hilbijartinan.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron diyar kiribû, “Derbarê hilbijartinên xwecihî de min pirsyar ji zanayan kiriye, ew di wê baweriyê de ne ku qet tiştek nîne rêgiriyê li xelkê Fransayê bike tenê li wan jî ku di çûna dengdanê de lawaz in. Herwiha min daxwaz ji serokwezîr kiribû ku rawêjê ligel hemû aliyên siyasî bike û wan hemûyan jî xwesteka xwe pêşan dane ku hilbijartin bên kirin. Lê divê tekez bikin ku rêz li hemû tedbîrên dijî vîrûsê û şîretên parastina paqijiyê tê girtin.”

Hikûmeta Fransayê bo kêmkirina metirsiya vîrûsê li navendên dengdanê, dest bi dabînkirina kelûpelên paqijkirina dest û jinavbirina vîrûsê li hemû binkeyan kiriye daku welatî ji silametiya xwe piştrast bin û bê tirs beşdarî dengdanê bibin.

Rêvebera Binkeya Dengdanê Marie-France Hubaud jî ragihand, “Heta bibêjî piştrast im û hikûmet jî piştrast e ku hemû tiştek hatiye kirin bo jinavbirina vîrûsê li sazî û navendên dengdanê û hemû tiştek silamet e.”

Hilbijartin di demekê de tên kirin ku Fransa di pileya heftem a welatên cîhanê de ye ku herî zêde kes lê bi vîrûsa Koronayê ketine.