Nêçîrvan Barzanî û Jonathan Powell behsa ewlehiya Rojhilata Navîn kir

Nêçîrvan Barzanî û Jonathan Powell\ Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Brîtanyayê Jonathan Powell civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku di civînê de pêşhatên ewlehiyê yên Îraqê, herêmê û xurtkirina hevkariya ewlehiyê ya Îraq û Herêma Kurdistanê bi Brîtanyayê re hatine gotûbêjkirin.

Her wiha tekezî li ser hevahengiya di warê têkoşîna li dijî terorê û rûbirûbûna gefên DAIŞê hat kirin.

Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî ji ber piştgiriya berdewam a Brîtanyayê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya Brîtanyayê kir.

Hat zanîn ku rahênana hêzên Pêşmerge û xurtkirina şiyanên wan ên di çarçoveya parastina ewlehî û aramiya herêmê ya li dijî terorê de di civînê de hatine gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî spasiya Brîtanyayê kir

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Jonathan Powell pesna rola Herêma Kurdistanê ya di parastina ewlehî û aramiyê de kir.

Şêwirmendê Brîtanyayî tekez kir ku dê piştgiriya Bîrtanyayê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê ya di warê xurtkirina hevkariya ewlehiyê û rûbirûbûna metirsî û gefên ewlehiyê dê berdewam bikin.

Rewşa Sûriyeyê û girîngiya parastina îstîqrar û aramiya Rojhilata Navîn jî mijarên din ên civînê bûn.

Roja înê 14ê Sibata 2025an, 61emîn Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê dest pê kir.

Konferans platformek e ji bo gotûbêja li ser mijarên sereke yên ewlehî û siyaseta derve û dê heta 16ê Sibatê bi beşdariya beşeke mezin a serokên Rojhilata Navîn, Ewropa û cîhanê berdewam bike.

Mijarên sereke yên konferansê nirxandina agirbestê li Xezeyê, rawestandina şerê Rûsya-Ukraynayê û rewşa Sûriyeyê ne.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îsal cara 61ê di navbera 14-16ê Sibatê de tê lidarxistin.

Di rojeva konferansê de “plana aştiyê ya Donald Trump a ji bo Ukraynayê” û “rewşa Rojhilata Navîn” dê cih bigirin.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) dê di warê ewlehî û siyaseta derve de bibe mezûvana nîqaşên girîng ên cîhanî.

MSC yek ji konferansên herî girîng ên ewlehiyê yên cîhanê ye û cara ewil sala 1963yan hatibû lidarxistin.

Her sal bi sedan rêberên girîng ên cîhanê beşdarî vê konferansê dibin û pirsgirêk û gef û metirsiyên ewlehiyê yên cîhanî dinirxînin.

Konferans di nêzîkirina perspektîvên cuda û zêdekirina baweriya di navbera welatan de roleke girîng dilîze.