Nêçîrvan Barzanî: Em dixwazin hevkariya bi Almanyayê re berfirehtir bikin

15-02-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Alexander Dobrind Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê CSU Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan û Serokê Frakisyona Partiya Yekîtiya Civakî ya Xirîstiyan (CSU) ya Parlamentoya Almanyayê Alexander Dobrindt li hev civiyan.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew dixwazin hevkariya bi Almanyayê re berfirehtir bikin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê naveroka civînê de ragihand ku Nêçîrvan Barzanî û Alexander Dobrindt, "Pêwendiyên Almanya û Îraq û Herêma Kurdistanê û her wiha pêşhatên siyasî û ewlehiyê yên Îraq û herêmê gotûbêj kirin."

Li gorî daxuyaniyê Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya berdewamiya piştgiriya Almanyayê ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî di warê rahênana hêzên Pêşmerge û xurtkirina binesaziya ewlehiyê de.

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha da zanîn ku Hewlêr dixwaze hevkariyê bi Almanyayê re di her warî de berfirehtir bike.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, "Alexander Dobrindt pabendiya Almanyayê ji bo piştgiriya aramî û îstîqrara Îraq û Herêma Kurdistanê dubare kir.

Siyasetmedarê Alman pesnê rola Herêma Kurdistanê ya di parastina pêkhateyên herêmê û aramî û îstîqrara herêmê de da."

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îsal cara 61ê di navbera 14-16ê Sibatê de tê lidarxistin.

Di rojeva konferansê de “plana aştiyê ya Donald Trump a ji bo Ukraynayê” û “rewşa Rojhilata Navîn” dê cih bigirin.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) dê di warê ewlehî û siyaseta derve de bibe mezûvana nîqaşên girîng ên cîhanî.

MSC yek ji konferansên herî girîng ên ewlehiyê yên cîhanê ye û cara ewil sala 1963yan hatibû lidarxistin.

Her sal bi sedan rêberên girîng ên cîhanê beşdarî vê konferansê dibin û pirsgirêk û gef û metirsiyên ewlehiyê yên cîhanî dinirxînin.

Konferans di nêzîkirina perspektîvên cuda û zêdekirina baweriya di navbera welatan de roleke girîng dilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst