Kanada çekên giran dide Ukraynayê

Hewlêr (Rûdaw) – Kanadayê ragihand, di çarçoveya piştgiriyên xwe yên bo Ukraynayê de li hember egera êrişa Rûsyayê, dê çekên giran bide Ukraynayê.

Serokwezîrê Kanadayê, Justin Trudeau ragihand, Kanada dê bi qasî 7.8 milyon dolarên Amerîkî alav û teqemeniyên bi bandor bo Ukrayna bişîne da ku di egera êrîşa Rûsyayê de berevaniyê li xwe bike.

Justin Trudeaur diyar kir, mebesta wan ji vê alîkariyê rêgirtina li ber her êrîşeke Rûsyayê ye.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau roja Duşemê di konferanseke rojnamevanî de got: “Ji ber giraniya rewşê, û piştî danûstandinên bi hevkarên me yên Ukraynayî re, min dayîna 7.8 mîlyon dolar alavên kujer û cebilxane pejirand.”

Hikûmeta Kanadayê herwiha ragihandiye ku ew dê deynek nû ya 500 mîlyon dolarî bidin Ukraynayê. Ottawayê pêştir di meha Çileya îsal de jî 120 mîlyon dolar deyn dabû Kiyevê.

Cîgira Serokwezîr û Wezîra Aboriyê Chrystia Freeland roja 14ê Sibatê têkildarî mijarê ragihand, Kanada dê bi qanûnên Bretton Woods û Peymanên Têkildar (BWRAA) heta 500 mîlyon dolarî deyn bide Hikûmeta Ukraynayê, da ku piştgirî bide berxwedana aborî ya wî welatî li hember her êrîşeke leşkerî ya Rûsyayê.

Ragihandina alîkariya nû ya serbazî û darayî ya Kanadayê bo Ukraynayê piştî wê yekê hat ku Kanadayê balyozxaneya xwe ji Kiyevê bo bajarê Lvîv li rojavayê Ukraynayê veguhast.

Kanadayê herwiha beriya çend rojan hejmarek şêwirmendên xwe yên serbazî jî ku rahênan bi hêzên Ukraynayê dikirin, ji wî welatî vekişandin.

Ji sala 2015ê ve nêzîkî 200 serbazên Kanadayê li Ukrayna rahênanê bi hêzên artêşa wî welatî dikin.

Wezareta Berevaniya Kanadayê ragihand, bi awayekê demkî ew beşek ji hêzên xwe ji Ukraynayê vedikişnin û li cihên din ên Ewropayê bicih dikin.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Kanadayê de hûrgiliyên zêdetir li ser vekişîna wan hêzan nehatiye aşkerekirin, lê amaje bi wê yekê hatiye dan ku veguhastina hêzên wî welatî ji Ukraynayê, nayê wateya bidawîbûna karên wan li Ukraynayê û ew biryar tenê ji ber silametiya serbazên Kanadayê hatiye dan.